7

Li pirtûka:
Meseley Wîjdan
Berhema:
Eḧmed Muxtar Caf (1896-1935)
 7 Xulek  7611 Dîtin

lew mudeteda ke leser ew wezîfeye bûm, kabrayek dû sê qet’e mułkî bû le xarîcî merkezda û be mesafey dû se’at řêga dûr. zorim ḧez lê kirdibûn û arezûm ekird řêgayek peyda bikem ew mułkaney lê bistênim, çunke her wekû le ẍerbida ewsa qa’îde bû, her kes erazîyek ya mułkêkî nebuwaye nawî «konit»y ne’edraye, bîlxisûs le xakî feranseda, ke bebê erazî qabîl nebû însan bibê be konit. minîş her çend ewende le qa’îdey ẍerb şareza nebûm û ewende me’lûmatî tarîxîşim nebû, emma weha ḧałî bûbûm ke eger mułkim nebê, bew meslekaney ke xom emewêt qayl nabim. mesela wekû e’zayetîy perleman, ya e’yanî, yaxud wezaret. çunke weham çaw pê kewtibû ke însanî bê serwet û bê mułk, ba zor ’aqłîş bê, qayl nabêt be ew meslekane.

bext musa’edey kirdim, kabray saḧîb mułk be meseleyek îtîham kira û ḧepis bû. her ke emem bîst, ewraqekeym le polîsxane dawa kird heta xom be qanûnî ’eşayrî temaşay bikem. her çende kabraş xoy ’eşayr nebû, emma le ewełewe, be swênd îqna’im kird ke zererim boy nabê, heta îstîd’ayekim pê nûsî ke îstîrḧam ekem min ’eşayrim, em de’way mine be mwafqî qanûnî ’eşayrî temaşay biken!

her ke ’erzuḧałekeym dest kewt, fewren sê kesim te’în kird be ḧekem ke xom î’tîmadim pêyan bû, we derḧał nûsîm bo malye, ke fiłan kes êsta mewqûfe zîmmetî çî heye lêy teḧsîl biken. zû be zû, malye îxtaryan kird ke le mudetî de řojda, ew mîqdare zîmmete ke leserte eger neydeyt, mudetî sê mang û yek şew, mwafqî qanûnî teḧsîl emwal, ḧepis ekirêyt, ye’nî newed û yek řoj.

ewraqekeym tewdî’ kird be hey’etî ḧukim, ew hey’ete ke ḧetta îmzay xoyanyan ne’ezanî binûsin. le ḧizûrî kabray muttehema witim be hey’etî ḧukim ke em kabraye nabê le sê sał kemtir meḧkûm bikirêt, çunke mesele îspate. kabray muttehem ke emey bîst we lew laşewe le teref malyewe tehdîd kirabû, destî kird be hawarkirdin û witî: «bo xatrî xwa! qanûnî ’eşayr bo teshîlî umûrî ’îbad danrawe. ew wexte ke em qanûne danra meqsed ewe nebû ke be’zê kes bîken be aletî şeř».

destim kird be ḧîddet kirdin, emirim kird birdyanewe ḧepsixane.

kabray muttehem, pyawêkî ’aqił bû. fîkirî kirdibuwewe, zanîbûy hawarkirdin fa’îdey nîye. teḧqîqatî kirdibû mu’temîdî min kêye. be her new’êk bûbû, çawî pê kewtibû, pêy witbû: «cenabî ře’îs meqsedî çîye?» witbûy: «meqsedî ewete ew mułkaney pê bifroşît, be karî to nayen û eger to îta’etî emrî bikeyt le hemû şita mi’awenet û musa’edey to ekat». kabra leber mecbûrî řeza bû!

bo sibeynê zû, le da’îrey tapoda, teqrîrî bo dam û mułkekanî pê firoştim, minîş qîmetî ḧeqîqîyan çend bû nîwem dayê. her lew pareye zîmmetekey teslîm kira, emrîşim kird be hey’etî ḧukim, qerarî bera’etyan nûsî. ke le ḧepis hate derewe, zor îḧtiramim girt û dû sê řoj le małî xomda damna û muḧebbetêkî zorim legełîda kird, lepaşa ’ewdetî kirdewe.

ca ke bûm be saḧîbî mułk, le weqtî texmînda, emut bew me’mûranî texmîney ke hemû ehalîy qezake be destyanewe firyadî bû we ewende texmînî felaḧetî ehalîyan zyad kirdibû ke hemû meḧû bûbûnewe, texmînî dêhatekey minyan zor kem ekird. leber ewey ke fezłey texmîneke bo xom bimênêtewe şitêkî zor kemyan leser da’enan we xom serkarim te’în ekird. legeł heqî tapoda heqî mîrîşim cem’ û cibayet ekird we xom ew texmîne ke leser ehalî kirabû, le me’aşî xom emda be nawî felaḧekanewe û le nîhayetî ḧasłatda qîmetî ew wextey deẍludan çend bû, dû qatim le ehalî dêhatekanî xom esend. her kes boy mumkîn nebuwaye bîdat, bom ekird be qerz bo sałî atî, emma yek be dû. teb’en ehalîy bêçare le tirsanda neyan’etwanî biřon û řêgay şikatîşyan nebû, ca nazanim ’eqłyan pê ne’eşka ya eyanzanî şikat fa’îdey nîye.

ew mułkaney ke bûm, ḧidûdyan nextê kem bû, destim kird be te’eřřuz kirdin be mułkî ew kesaney ke nizîkim bûn. be wasîtey ew wezîfeyewe ke be destimewe bû, le mudetêkî kemda, ḧidûdî qedîmîy mułkekanim çend bûn, kirdim be dû ewende be zorî xom! saḧîb mułkekanî řefîqim neyan’ewêra deng biken, çunke eyanzanî, eger qise biken, dûçarî xeterêkî gewre ebin we be naheq be meseleyekî syasî îtîhamyan ekem.

***

sibḧeynêyek ke çûm bo da’îre, le naw kolanêkda dû mindałim dî, ke be yekewe yarîyan ekird.

- to ezanî xuda kêye?

ewî tiryan witî:

- to qisey qoř ekey! çon nazanim? dyare xuda ře’îsî qeza, zorab efendîye!

ke mindałekey tir ewey bîst destî kird be pêkenîn û witî:

- peşîman berewe, zorab efendî ’ebdêkî ze’îfe wekû min û to! xuda ewete ke le hemû cêgayek ḧazre û em dinyayey dirust kirduwe we hemîşe baqîye.

mindałekey tir witî:

- ca eger zorab efendî xuda nîye, bo çî hezar emir bidat îcra ekirêt û bo çî be ḧîddet û lutfî, hemû xełq řazîn? sebeb çîye kes nîye ke heqî xełqî lew bistênin? me’lûm buwe to şêtî û tê negeyştûyt ke zorab efendî be xwa nazanî?

dûbare ewî tiryan witî:

- biray xom to bo çî xot şêt kirduwe, xuda fewqî hemû ’aleme nîhayet em zorab efendîye me’mûrêke, le teref ḧikûmetî xoyewe te’în kirawe, qanûnêkî dirawete dest mi’ameley pê bikat. emma çunke le muḧîtî ême qanûneke be zubanî xoyan nîye, we le me’nay nazanin we yaxud xwên le wicûdyanda nîye, we le tełebî heqî xoyan ’aczin hezar zułim û zor bikat kes deng nakat, leber ewete ewaney ke bê’eqiłn be xuday ezanin. eger ew kabraye ke to be xuday ezanî le be’zê memleketî mutemeddînda bê, ḧetta ḧemałîşî dest nakewêt.

tîkirar mindałekey tir witî:

- ême ke taze çûyne mekteb xot ezanî le řefîqekanman bîstuwe ke le be’zê memleketî mutemeddîna, ḧetna ewane ke me’zûnî mektebin, utumbêlçîyetîyan dest nakewê. ey sebeb çîye em kabraye ewende gewre buwe?

- ’ezîzim ew memleketane hemû xwêndewarin we lewane ’alimtir heye.

- bo çî le zorab efendî ’alimtir lem muḧîteda nîye?

- bełê heye, lakîn îḧtîmal ewey ke wa em qibûłî eka, xwêndewarekan teḧemulî naken! emma hîç ’aczîş mebe řojêk ebêt ḧeqîqet cêgey xoy bidozêtewe û em mîllete feqîre bêdar bêtewe û em new’e mîqrobane defi’ biken. çunke em zułme ke emane kirdûyane be pîşe, axrî ehalî mecbûr ebin be fîkirkirdinewe bo peydakirdinî řêgayekî necat, çunke ḧepsî ta zyatir ezyetî biken, zyatir fîkir ekatewe bo řêgey wesîley fîrar.

ke em qisanem bîst le mindałekan, zor le diłî xomda ḧîddetim kird, witim: «em şeytanane taze çûnete mekteb û fîkiryan wehaye, axo eger teḧsîl tewaw biken çilon ebin we ḧałî ême çî lê bêt? ax mumkîn bibuwaye em new’e şeytananem lem muḧîteda nehêştaye!» lepaş fîkirkirdinewe be ’aczîyewe çûm bo meqamî xom.

***