6
be’zen leber bêtaqetî û muḧtacî tenhayî bûn, be tenha eçûm bo seḧra. çunke weqtî behar bû we hemû kes êwaran eçû bo derewe, tesadufî zor cem’yetim ekird ke danîştûn deste deste. be’zêk ’ereqyan exwardewe, be’zê xerîkî tiryak û be’zê xerîkî bengikêşan bûn.
taqmê ’ereqxor leser sewze gya, denke kûleke û goştî birjawyan danabû. her carê pyałeyekyan hełbigirtaye, her kes be ewî tiryanî ewt «eme be şerefî towe!» yekê eyut: «be namûsim em cem’yetem le biray xom la muḧterem û ’ezîztire». yekê le syaset qisey ekird, yekê le felsefe beḧsî ekird, zor meclîsêkî xoşyan bû. emut emane wekû bira wehane, hîç weqtê ’aciz nabin, we le ehlî em ’esre naken!
taqmê bengikêş her le xoyanewe pê ekenîn. nazanim pêkenînyan be wez’yetî ḧazre ehat ya bewaney ke ’aqiłn û îddî’ay beşerîyet eken we yaxud be xoyan pê ekenîn le xoşyana ke ew meslekeyan qibuł kirduwe û wekû be’zê kesî ’aqił xoyan dûçarî fîkirkirdinewe we ya xeyałatê nekirduwe! be her kamyan pê kenîbin heqe. emma taqmî tiryakkêş ke yek leser yek nefesyan lê eda û çayîy şîrîn û piř řengyan exwardewe, mat û melûl danîştibûn û qet’en sedayan nebû û ḧetta le dengî xełqî ’aciz bûn. nazanim ew mat û melûlîye ke bûyan çî bû? fîkirman lewe ekirdewe ke bo çî xoyan mubtela kirdibû be îstî’malî ew zihre ke ḧeyatî ’ezîzî ewanî meḧû kirdibuwewe. yaxu mwazeneyan ekird bizanin tiryak ke bo tedawîy siḧetyan îstî’malyan kirduwe, te’sîrî bexşîwe yan na. çunkî ekserî ewane ke mubtela bûn be îstî’malî tiryak be behaney nexoşîyeweye, ke lepaşanda mubtela bûn û le mî’adî xoyda îstî’malyan nekird, wicûdyan têk eçêt. her ke îstî’malyan kird, fewren wicûdyan çak ebêtewe. ca leber eweye ke bo hemû ’îllet be dermanî ezanin. aya her le ewełewe fêr nebin çaktir nîye?
’ewdetim kirdewe naw şar. sibḧeynê ke çûm bo sera, hemû ’ereqxorekanim le sałonî meḧkemeda çaw pê kewt. yekê serî şikabû, yekê destî, yekê xencerêkî pêwe bû. ḧasłî, her yek be new’êk birîndar bûn. zor te’ecubim kird. le feřaşî meḧkemem pirsî:
- lam me’lûm bike emane çîye?
- qurban emane dwênê ’ereqyan xwarduwetewe û le esnay serxoşîya şeřyan buwe le naw xoyana.
zor te’ecubim kird, netîcey ew hemû muḧebbetey dwênê ke min lewanim dî, bo çî way lê hat? me’lûm bû ew muḧîbeteş her xeyałî serxoşî buwe. ełbete şitêk ke ’eqił zayl bika netîcey her weha ebêt.
tesadufen, êwareyekî tir çûm bo seḧra, tê fikirîm le kenarî awêkî pak û sewze gyayekî cwanda derwêşêk danîştuwe ke sîmay şehadetî eda pyawêkî ’aqił û têgeyştuwe. çûm selamim kird û cwabî damewe. le lay danîştim, ew hîç qyamî leber nekirdim. min le diłî xomda pêm naxoş bû. wam zanî leber kusretî tefekur bû, emma lepaş çend deqîqe bom me’lûm bû leber laqeydîye le dinya. lepêş eweda ke min qise bikem řûy tê kirdim û witî:
- birader le zemanî qedîmewe şa’îr û feylesûfekan nawî dinyayan be pîrejin birduwe. eme le lay to seḧîḧe ya ne?
minîş çunke hîçim lê ne’ezanî witim:
- çît ’erz bikem?
- ’ezîzim dinya pîr nebuwe! çunke me’nay pîr eweye ke însan pîr bû, quwetî hemû e’zay kem ebê, her kamyan le wezîfey xoyanda. to temaşa bike bizane em dinyaye hîç le wezîfey xoyda, ye’nî le perwerdekirdinî însan û ḧeywanat û nebatatda kemî kirduwe?! lakîn ewende heye, xoman pîr ebîn, le kar ekewîn û emrîn, qebaḧet exeyne ser dinya. be pêçewanewe dinya hêşta mindałe, çunke řoj le řoj wa le tereqqîda we hêşta tekamulî nekirduwe. lewaneda ke ew perwerdeyan eka, qîsmêkî însane ke gwaya le hemû ew şitaney ke ew perwerdey kirdûn ḧîs û ’eqłyan zyatre. ba wicûdî ewe, hêşta qîsmêkî zor le însan wan le ḧałetî weḧşetda ke zoryan mawe tekamul biken. ewaneyşyan ke layan waye xoyan tekamulyan kirduwe, hêşta le lay min weha nîn, çunke eger weha bûnaye, eweł wezîfey tekamulî ewane, dostî be hemû benî new’î xote. ebwaye se’îyan bikirdaye ewaney ke hêşta le ḧałetî cehaletda mawenetewe tekamulyan pê biken. aya mindałêkî nefam ke leley legełda bêt, şitêkî xirap bikat ya destî xoy bisûtênê, xoy mes’ûle ya lelekey? tebî’î eger bîzanyaye agir dest esûtênê, destî xoy ne’ekird be agirda! ke wa bû kabray lele mes’ûle. aya me’nay tekamul ewete însan her bo xoy hewł bidat?
beyanatî derwêş te’sîrêkî gewrey kird le diłimda witim:
- bo çî teşrîf nahênî biçîn bo małî ême? min ře’îsî em qezayem, małî cwan û xorakî baş û nwênî pakim heye û çen řojêk xizmetit bikem?
cwabî damewe witî:
- hîç weqtê baweř nakem lem cêgey xome xoştir bêt. çunke ew ferş û nwênî toye mutłeqen heqî ẍeyrî wa beserewe. ew nanî toye be teḧqîq le netîcey zułmêkewe peyda kirawe. ew xanuwe cwane, emînim ke zor kes be nařezamendî îşî tyada kirduwe. ke le odekanîda da’enîşî zor meḧdûd ebînî, ye’nî her çawit wa le dîwarewe we tecemulatî naweyewe. emma lem sewze gyaye ke min le serî danîştûm, le qudretî san’êkî bê minetewe dirust kirawe ke muḧtacî hîç nîye. we em awe mubaḧe, bem pakîye bepêş çawimda eřwat û menzereyekî zor cwan teşkîl ekat, ewîş be qurdiretî san’êk ke fewqî hemû ’aleme, le netîcey baranewe peyda buwe. temaşay em fezay namutenahîye ekem zor le seyrî odekey to cwantire, çunke îḧtîmale weqtê to seyrî odeket ekeyt be’zê şitî tyada ebînî ke hînî ẍeyr buwe, we le netîcey zułmêkewe peydat kirduwe. îḧtîmale wîjdanit mu’ezeb bibê, emma min ke seyrî em feza namutenahîye ekem ke heqî ẍeyrî tyayda nîye wîjdanim musterîḧe û zor pêy mutelezîz ebim ke seyrî em mewcûdate ekem ke çen new’ mexłûqatî têda xełq kirawe. ca leber emane min natwanim bêm bo małî êwe!
beyanatî derwêş te’sîrêkî gewrey kird le diłimda. xudaḧafîzîm lê kird û be mat û melûlî ’ewdetim kirdewe bo małê.