xokuştinî ferhad letawî şîrîn

Li pirtûka:
Şîrîn û Ferhad
Berhema:
Kemalî (1886-1974)
 3 Xulek  24 Dîtin
emca le paşan zor kirdî xeyał
gutî paş şîrîn saḧêb xet û xał
ferhad çî ekey xeyałit xame
bê şîrîn jyan bo min ḧerame
qułingî hełgirt be şîn û zarî
be nałe û řořo be bê qerarî
witî ey qułing řefîqî çołim
xot bide leser kelley kapołim
qułing çend wexte her to yarmî
toy dayk û bawkim to ẍemxiwarmî
le paşan emca be sozî derûn
xwaḧafîzî kird le kêwî bêstûn
gutî bêstûn hawdemî ẍemxiwar
min eçim bo lay şîrînî nazdar
wesyet ekem bot ey kêwî azad
le bîrit neçê wesyetî ferhad
her wextê hatin zwaranî çîn
to pêyan biłê be diłî ẍemgîn
biłê bên eme qebrî ferhade
kujrawî qułing tîjî fulade
’erzîyan bike hemû eḧwałim
le dûrî şîrîn peřîşan ḧałim
eger şîrin hat ey bêstûn ko
biłê řûḧî xoy kird ferhad fîday to
dexîl û aman nekey feramoş
wesyetî ferhad dêwane û bê hoş
em qisaney gut gelê diłteng bû
witî ey felek meylit be ceng bû
kwa yaweranim kwa ’ezîzanim
kwa xwace û ẍułam kwa kenîzanim
le qewm û xizmim kes nîye lelam
hetakû kifin bibřê be bałam
ferhadî ẍerîb le bêstûn mird
le daẍî şîrîn wa xoy şehîd kird
piř be dił girya le dûrî yaran
firmêskî hełřişit wek tawî baran
qułingî hełgirt hełîda ferhad
gutî ḧeyatim zû bike berbad
hajey kird qułing leser heta xwar
day le tewqî ser ferhadî hejar
sernûkî qułing nîşte ser serî
letî kird serpak sîne û cigerî
tasaw ḧebesa zû şazadey çîn
wek darî şimşał kewte ser zemîn
xwênaw le serî derḧał serî kird
řengî gułnarî bû be lîmoy zerd
axî hełkêşa le diłî piř coş
paş çend deqîqe îtir bû bêhoş
yamin hûy koken leser şaxî çoł
nema sard bowe wek textey sehoł
kenîzêkî şa hat bo bêstûn
egeřa leser herde tûnawtûn
seyrî kird ferhad ẍełtanî xwêne
yahû yamin hûy bê ser û şwêne
betaw çû bo lay şîrînî ermen
witî: kujrawe ferhadî koken
ke em xeberey bîst derḧał şîrîn
berbuwe şîn û giryan û nałîn
le ser ta dawên yexey dadřî
zułfî ’enberboy be meqes biřî
hawarî ekird eygut ey ferhad
yaxwa le paş to danenîşim şad