basî řoyştinî ferhad bo kêwî bêstûn

Li pirtûka:
Şîrîn û Ferhad
Berhema:
Kemalî (1886-1974)
 8 Xulek  29 Dîtin
hełsa be piřtaw ferhadî meḧzûn
řoyşit geyşte kêwî bêstûn
gutî elsilam esasî dînim
qatłî serî şazadey çînim
le piř dengê hat leser quley kêw
gutî ey ferhad zwîr û barbelêw
mibarekit bê yaxwa mergî new
bo mamlet kird to legeł xusrew
cwabî dayewe ferhad be germî
witî ey bêstûn be to nye nermî
bełkû le sayey quley berzî to
bigem be wesłî newnemamî no
be qułing ferhad zû taşî taşan
wek qaşî penîr hênaye daman
çend řojê leme kewa têpeř bû
xêłxaney şîrîn ca bo qesir çû
hoşî lanema bo ferhadî çîn
bo fiřset daym egeřa şîrîn
şîrînî ermen ’aqîbet yek şew
nenûst hetakû şahî kirde xew
êşkiçî nûstin hełsa destubird
şewdêzî derkird aza zînî kird
swarî şewdêz bû şîrînî ermen
awzengî lêda be yadî koken
şoxî nazenîn bebê çend û çûn
beẍar geyşte kêwî bêstûn
seyrî kird ferhad ewa leser ko
têr têr seyrî kird newnemawmî no
gwêy lê bû ferhad be diłî ḧezîn
wa şî’ir exwênê le ’eşqî şîrîn
qułing lê eda ełê ey diłdar
key bê le řêta řûḧ bikem nîsar
parçeyek leberd teşwêy agiriřêz
le piř hat û day le řanî şewdêz
le zerbî berdî agirawî ser yał
řanêkî şewdêz wird bû wek xirxał
şîrîn dî zamî şewdêz bû karî
berbuwe şîn û giryan û zarî
gutî be ferhad şîrînî ermen
her kes ke wek to bibî be koken
boç ebê çawî nebînê deyyar
řanî espî dost bişkênê be qař
êsta çon bikem min çarey şewdêz
çî bidem cwabî xusrewî perwêz
ferhad hat ke dî wa yarî şîrîn
egrî be diłî ’aciz û ẍemgîn
satê ḧebesa tifî le xoy kird
witî ey ferhad pencet bibê wird
be edebewe be diłî ḧezîn
sucdey birdeber xak û pay şîrîn
gutî wefadar şahî çawmestan
netirsay le şeř xusrewî destan
wa teşrîfit hat şîrînî ermen
be qurbanit bê ferhadî koken
pencem hełwerê min nemzanî toy
agam lê nebû le dawênî koy
hergîz metirse le zamî şewdêz
bê xof le basî xusrewî perwêz
şîrînî girte baweşî ferhad
têr yekyan maç kird be diłêkî şad
ew şewe ’eyş û noşyan kird temam
bełam neyan kird karêkî ḧeram
şazadan hemû qurs û sengînin
’eşqyan zor pake ḧeqîqet bînin
le paş çend se’at ferhadî koken
xistye ser şanî şîrînî ermen
şîrin û şewdêzî hełgirt be serşan
řoyşit berew řûy şarî kirmaşan
le mahîdeşt çû bo hařûn awa
geyşte kerend wekû řeşeba
řoyşit bo serpêł ferhadî aza
hetakû çûne menziłgay gera
leber pay taqa çil nefer zengî
řadarî řê bûn wek fîlî cengî
geray bê îman serdaryan bû
daym şeř û şuř her karyan bû
nobetçî le dûr ke dî hat ferhad
berbuwe hawar be dad û bêdad
geray seg sifet ke ferhadî dî
hate řê be qař be ḧîddet witî
erê řêbwar şêtî bê xeber
boçî wa hatûy bê xof û xeter
boçî netbîstiwe to nawî gera
hatûy bo êre bebê xof êsta
małî şahanit be dizî birduwe
bem nîweşewe řêt gum kirduwe
řastîm pê nełêyt eger her êsta
serit be şimşêr min ekem cya
ferhad witî pêy geray bed xîsał
minim kokenî westay kemer lał
emîş şîrîne banûy padşa
hatbû bo řaw emřo le řêga
be şwên askida tawî dawe, seng
řanî şewdêzî wa kirduwe leng
minîş wa şîrîn hem legeł şewdêz
eyan bemewe bo qesrî perwêz
gera witî pêy ey xakit beser
çak kewtine destim to legeł dulber
em key be watey ser řozgaran
yaxo bibme seng leser dyaran
xusrew załme yekcar xwênřêze
ferhad ke hawřaz banûy perwêze
beme bizanê hemû řûy dunya
têk eda emca min çîbkem ewsa
şîrîn gutî pêy ey geray serşêt
herçî tełeb key şerte bîdem pêt
bigeřêrewe waz bêne lêman
hênde behane to megre lêman
cwabî dayewe geray řûsya
gutî ey şîrîn qeḧbey bê ḧeya
şerit bê be pendî dermałî şat kem
şermendey hemû ḧeremserat kem
ferhad emey bîst hełîgirt qułing
hełmetî bo bird bo geray syařeng
gera bangî kird çil nefer zengî
girtyan çwar dewrî ferhadî cengî
şîrin wextê dî ferhadî dana
be zengî sya çwardewrey gîra
be nînok gonay xoy kird birîndar
berbuwe şîn û giryan û hawar
řoyşit berew řûy geray řûsya
neřandî witî çît ewê gera
le’net le qewmî zengî bê yaxwa
êwe çil kesin ferhad be tenya
gera seyrî kird kewa hat şîrîn
sucdey birdeber şoxî nazenîn
witî ey nazdar şîrînî ermen
min geram emîş ferhadî koken
min le ’eşqî to xum kird beřadar
dûr bûm le text û tacî şehryar
eme çend wexte întîzarî tom
’aşiqî lêwî şekerbarî tom
egîna qurban xusrew ḧedî kwa
bispêrê be min nobetçî řêga
şîrin witî pêy şazadey zengî
boçî to êsta mayl be cengî
min le ’eşqî to ferhadim hêna
ke bo min û to taqê dirust ka
tya dagîrsênîn fanos û çira
keyfî tya bikem têr legeł gera
binoşîn şerab be kameranî
be ’eyş û noş û be şadmanî
ca gera witî ferhadî koken
tom bexşî be ’eşq şîrînî ermen
bełam beşertê lem kêwe êsta
taqê dirust key merdane aza
ta min û şîrîn zułf řêḧan bêz
yarî tya bikeyn be kwêrî perwêz
qułingî hełgirt ferhad dił peşêw
berbuwe taşîn sengî syay kêw
be çend se’atê kêwekey taşî
taqî dirust kird zor be neqaşî
sûřetî şêr û ejdeha û pełeng
legeł dû pyawî azay ’ersey ceng
têyda dirust kird ferhadî koken
hate xakî pay şîrînî ermen
aferînî kird şîrîn le ferhad
destî geray girt be diłêkî şad
gera seyrî kird ferhadî dana
taqî tewaw kird le cêy xoy hełsa
destî şîrînî girt çûne naw taq
danîştin lenaw ew taq û řewaq
gera be nałe û ahî sardewe
yexey şîrînî be zor kirdewe
be pencey wekû çiłoskî sya
memkî şîrînî têr guşî gera
be didanî wek kełbey segî pîr
biçřî řûmetî şîrînî zwîr
bonî kird zułfî ’enberînî ew
bê bak le ferhad, bê tirsî xesrew
şîrînî girt û xistye ser zemîn
řast bowe.... wek gurzî qîrîn
bendoxînekey piçřand bend be bend
xerîk bû banûy şa bika be pend
şîrîn zîřandî witî ey ferhad
namerd namûsim wa eçê be bad
ḧeya û namûsim wa edrê be ba
ferhad dexîlim pêm bige xêra
yaxwa ferhad ’umirit bî berbad
qed danenîşî be diłêkî şad
yaxwa xwênit řeng bika kefen
gera bû be yar şîrînî ermen
dû çawit kwêr bê ferhadî çînî
bizane şîrîn çilon ebînî
ferhad emey bîst be gurcî hełsa
hełmetî bird bo geray řûsya
witî ey gera wa hat xwênřîzit
’îzra’îl ebat gyanî ’ezîzit
řoyşit hetakû geyşte zengî
dayhênayewe tîşey feřengî
day leser serî mêşkî derpeřî
cigerî geray mel’ûnî biřî
pêy naye ser pêy zû be destî řas
hełî qiłîşand her wekû pelas
heway da leser taqî ebleq řeng
emca zengyan xiroşan bo ceng
çû berew řûyan paşazadey çîn
witî seyr ke le çawit şîrîn
şeřî kird legeł zengî nabekar
be qułing hemûy kirdin letupar
emca hatewe bo xizmet şîrîn
şîrîn be sed naz fermûy aferîn
be řastî ferhad şazadey çînî
her to nazkêşî ’eşqî şîrînî
elḧeq toy kuřî padşahî çîn
be qurbanit bê sedî wek şîrîn
ferhad ’erzî kird şîrin xêra ke
şewgar direnge ba biřoyn çake
şîrîn û şewdêzî zû hełgirt be şan
řûy kirde deşt û çoł û byaban
sê beşî le şew ya zyade û ya kem
mabû geyştine qesrî cem ḧeşem
şîrîn xoy çowe naw ḧeremsera
ferhad şewdêzî bo tawłe kêşa
kołekeyekî hełkend be bêdeng
ta biłên beme şewdêz buwe leng
ca be ’ecele geřayewe dwa
heta geyşte bêstûn ewsa
hezar qułingî azane weşan
emca le meşrîq xurşîd bû ’eyan
heta çend mudet xerîkî kar bû
řojê le řojan taqî behar bû
seryan derhêna gułałey xoşřeng
edrewşanewe wek le’lî feřeng