çawpêkewtinî mecnûn be gewzin û necatdanî le daw

Li pirtûka:
Leylî û Mecnûn
Berhema:
Kemalî (1886-1974)
 2 Xulek  18 Dîtin
le deştêka dî gewzinêkî cwan
kewtote dawî pyawêkî nadan
seyadî ẍedar xerîke ewa
zû serî bibřê be tîẍî qeza
mecnûn witî pêy załmî bê dîn
buç em feqîre ser ebřî be qîn
esîrî meke meykuje heta
legeł cûtî xoy le deşt û seḧra
çend řojê biken bo xoyan seyran
tuxwa meykuje dexîl û aman
seyad emey bîst witî ey bira
minîş feqîrim bê berg û newa
lêm bikře heta beřełłay kem bot
ewsa berîde to bîbe bo xot
mecnûn esłeḧey cengî zor pê bû
hemûy dařnî day be seyad zû
seyad werîgirt řoyşit be diłşad
mayewe lewê mecnûnî azad
çû bo lay gewzin witî ey řencûr
ey be wêney min le yarî xot dûr
çawî maç kird û be diłêkî şad
gewzinî le daw emca kird azad
be giryanewe le deşt û seḧra
mecnûn mayewe ew şewe tenha
sibeynê hełsa le xew hemîsan
girtyeber řêgay çoł û byaban
wextê nîweřo germa tawî da
çwe bin sêberî darê le seḧra
leser ḧewzê bû pir le awî xoş
mudewwer û cwan, şîrîn û diłkeş
mecnûnî hejar heta çend sa’et
leser ḧewzeke kirdî îsraḧet
seyrî kird leser dareke ewa
qelê westawe zur řeş û zîba
witî qeleřeş boç be peroşî
min te’zyebarim to boç řeşpoşî
tu xuda wextê ebînî yarim
biłê be yarî şoxî nazdarim
bigate firyam ta le des neçûm
eger nemgatê be teḧqîq mirdûm
heta êware legeł qel mecnûn
em qisaney kird be diłî meḧzûn
şew beserda hat mayewe dîsan
dił piř le xem û zwîr û perîşan