basî geřanewey newfil û nahumêd bûnî mecnûn

Li pirtûka:
Leylî û Mecnûn
Berhema:
Kemalî (1886-1974)
 2 Xulek  20 Dîtin
mecnûn hate lay newfil be giryan
dił piř le ẍem û zwîr û perêşan
witî to lafî dostît zor lêda
boç ta ser dostim nebûy bê wefa
emey wit û řoyşit řûy kirde seḧra
herçen bangî kird negeřawe dwa
řojê mecnûnî diłxestey řencûr
seḧra egeřa bê hoş û şi’ûr
seyrî kird ewa çen askêkî cwan
kewtunete daw zar û perêşan
swarêkîş le dûr wa hat eyewê
dabezê û seryan bibřê her lewê
be swarekey wit mecnûnî dana
min mîwanî tom emřo tuxuda
emane mekuje gunahyan nîye
ger byankujî qazanicit çîye
seyrî çawyan ke çen cwane û meḧbûb
lêyan nusrawe ẍeyr’elmeẍzûb
to byanbexşe zû be çawî yar
ey merdî dana serdarî nawdar
çawyan le çawî mestî yar eka
bonyan le bonî newbehar eka
çawyan be surmey qudret řêjrawe
bê gyan kirdinyan key şêwey pyawe
sîneyan cwane wek zîwî nayab
ḧeyfe be agir bikirê be kebab
cwabî dayewe seyadî hejar
witî feqîrim mał û minałdar
minałim hemû birsîn ey cwan
řûḧyan bikře lêm wek merdî meydan
espêkî pê bû mecnûnî azad
espekey pêda be diłêkî şad
seyad espî bird řoyşit û mecnûn
mayewe lewê ’aciz û meḧzûn
çawî askanî maç ekird be dił
eyut ey askî tetarî xoşgił
çawî to ’eynen wek çawî yare
lew çawe meste bom yadgare
le paş se’atê kirdinî berełła
kewtine cambaze le deşt û seḧra
dwayan kewt mecnûn be şîn û hawar
ta le çaw gum bûn askanî tetar
şew be serda hat mat û dił peşêw
mayewe le deşt tenha bar be lêw
sibeynê wextê ke lexew hełsa
girtyeber dîsan řêy çoł û seḧra