basî mî’racî pêẍember ﷺ
Li pirtûka:
Leylî û Mecnûn
Berhema:
Kemalî (1886-1974)
2 Xulek
23 Dîtin
ey gewrey sedrî baregay kewneyn
ey fexrî ’alem şay qabeqewseyn
bałanşînî ’eqił û hoş û gyan
mîḧrabî hemû erz û asman
nawî şerîf û kunyet mu’ebbed
le felek meḧmûd le erz muḧemmed
îksîrî to bû řengî da be xak
leber to xułqa zemîn û eflak
şewêk řoyştî le seray fanî
bo ewcî berzî, ser ummehanî
cîbrîlî emîn tewqî girte dest
asmanîş bo to zû kemerî best
witî mang û řoj çaweřwanî ton
wextî xew nîye hełse zû biřon
wa arayşî sermede emşew
ye’nî mî’racî eḧmede emşew
ew birqey kewa nawî buraq bû
bo swarît gelê be îştyaq bû
swarî bûyt çûyte serbanî ’alem
heta têpeř bûy le çerxî ḧewtem
cîbrîlî emîn be cê ma lewê
fermûy be du’a xwa ḧafîzit bê
swarî řefřef bûy ta sîdre emca
têpeřît çwîte ’erşî mu’ella
le ’erşî e’laş derḧal têpeřî
ḧefta ḧîcab û perdet zû diřî
sîřřî kelamî xudat bîst tewaw
celalî ḧeqit bînî be dû çaw
herçît wîst hemût tełeb kird le xuda
herçît tełeb kird xwa be cêy hêna
bo ême ye’nî bo gunehkaran
hênat beratî řizgarî qurban
tu gewreyî xot be lutfî ’amit
şefa’et ke bo bendey bednamit
ye’nî bo bendey xot ’elî bapîr
segî dergate û řûsyaye û gîr