têbînî

Li pirtûka:
Dîwanî Kakey Felaḧ
Berhema:
Kakey Felaḧ (1928-1990)
 1 Xulek  619 Dîtin
hemû birînê çak ebêtewe
êş û azarî bîr eçêtewe
tenha birînî hestî naske
her sařêj nabê, eşkulêtewe
hemû agirê bote xołemêş
herçen biłêsey berz bêtewe
tenha agirî sozî derûne
her ke hełgîrsa nakujêtewe
hemû jyanê ebê be mirdin
xeyałî xawe bimênêtewe
tenha jyanî merdayetî ye
xoy le çing mirdin esênêtewe
hemû gułêkî beharî řengîn
be nasorewe ser enêtewe
tenha her gułî xoşewîstî ye
heta hetaye egeşêtewe
hemû şewnimî seřpeřey gułî
hetawî berkewt wişk ebêtewe
tenha firmêskî çawî kiłołe
beqirçe qirçî xem ejêtewe
hemû cwanyek egate pîrî
herçî řêgayek bidozêtewe
tenha řewştî cwan û pîroze
ta ser girewî birdibêtewe
hemû hîwayek na’umêd ebê
wekû befrekey par eçêtewe
tenha her hîway geşî baweře
bebay şanazî eşnêtewe
hemû diłêkî şew řojî dîwe
şebeq tarîkî erewêtewe
tenha her diłî pest û mateme
betîşkî oxey xoy ekirêtewe