basî nardinî leşkir bo şeř legeł zorab

Li pirtûka:
Rostem û Zorab
Berhema:
Kemalî (1886-1974)
 3 Xulek  7 Dîtin
sibeynê katê derkewt şu’ley xor
padşa witî be tusî newzer
le swarçakekan sed hezar swar
san bide leber seray şehryar
guderz beydaxî şeřî berpa kird
sef sef swaranî cengî cya kird
dergay xezêney kirdewe gencûr
bexşî be ’esker mał û parey zor
swaranî cengî wek şay fereydun
kirdyane beryan lîbasî gułgûn
dayan le tepił û keřenay ceng
le toza dinya bû be şewezeng
ew řoje hemû berdî řûy seḧra
eger ḧewticoş bû ya poła û xara
le zeřbî simî esp bû be gerd
asman řengî bû be lacîwerd
sê řoj û sê şew řoyîn be yelẍar
heta geyştine lay sipî ḧesar
le seḧra xême û çadryan heł da
řûy deşt û seḧray dapoşî supa
lewlawe homan le bałay ḧesar
seyrî kird ke dî peyda bû ẍubar
xêmey řengawřeng bałî beydaxan
eleryawe wek beřezay şaxan
çû bo lay zorab serasîme bû
witî pałewan xêra hełse zû
leşkirêkî zor hatuwe le êran
supay kawwise şay dengî dilêran
zor tirsim heye xatirim řêşe
diłim lem ḧałe piř le endêşe
zorab witî hîç metirse homan
her çend ke zor bê leşkirî êran
be yezdanî pak xuday lamekan
tirsim nîye min le pałewanan
hîç xofî nebû zorabî salar
hełsa řoyşte serbanî ḧesar
çawêkî giřda le supay êran
le xêmey řengawřengî dilêran
sertapa deşt û derî poşabû
le ne’retey esp zemîn coşabû
beydaxan seryan geyandibuwe ewc
leşkir le seḧra wek beḧir eyda mewc
piłing le tirs û xofa mirdibû
şêran le tirsa řayan kirdibû
zorab emrî kird hecîryan hêna
sucdey zemînî bird û řawesta
yek yek dest û pêy le kemenda bû
gerdinî le tewq pa le hengida bû
zorab witî ey hecîrî bedḧał
emro min le to ekem çend su’al
le řostem le zał le şay keykawus
le gîw û guderz le behramî tus
le tuxmî guderz le ewladî sam
herçî epirsim pêm biłî temam
eger řast biłêyt řastî dête řêt
ger xîlaf biłêy her zîndane cêt
etewê le min nebînî zerer
herçî epirsim řast bide xeber
metłebê heye le toy derûnim
lazme bibî be řênmûnim
cwabî dayewe hecîrî ẍembar
’erzî kird witî newey namdar
herçî emir ekey tekmîl û tewaw
beřastî ’erizit ekem beser çaw