basî kaẍeznûsînî keykawus şah bo řostem tacbexiş

Li pirtûka:
Rostem û Zorab
Berhema:
Kemalî (1886-1974)
 9 Xulek  49 Dîtin
şah fermûy, wezîr ḧazir bû lelay
sucdey zemînî bird bo xakî pay
witî binûse namey xoşteqdîr
bo lay tacbexiş şêrî bê nezîr
qełemî hełgirt wezîrî dana
ewweł benawî xuday bê hawta
me’lûm bê řostem pałewanî ceng
kuşnidey dêwan ewladî erjeng
êran û turan ta wiłatî çîn
nawit meşhûre leser řûy zemîn
şêranî bêşe piłinganî ko
be zerbey tîẍit bûne řenceřo
tac û tomarim, toy hemû kesim
řojî tengane her toy dadřesim
qatlî dêwan tacbexşî şahan
feryadřesî ’am ḧîşmet penahan
ke namem geyşit zînhar sed zînhar
heł bigre sîlaḧ zû bo karzar
swarî řexiş be, newey załî sam
hîç megre aram ḧazir be lelam
ewa lelayen şay efrasyab
hatuwe supay bê ḧedid û ḧîsab
le ’ersey meydan me’rekey neberd
kêw be gurz eka be toz û be gerd
herçî pehlewan ser ḧed nişînîn
yekayek hemû zor diłẍemgînin
şah kaẍezî da be gîwî salar
be bê mudara der ḧał û swar
de řoj û de şew be wext û bê wext
beřêda řwîşt be talûke û çext
wextê beyanî řojî yazdemîn
emca geyşte lay zabil zemîn
êşkiçîyekan le bałay ḧesar
seyryan kird le řê peyda bû yek swar
çûn bo lay řostem bê sebir û aram
’erzyan ke ey newey załî sam
swarêk beřêwe û dêt bebê direng
zemîn le jêr pêy espî, buwe teng
bełam nazanîn ew sware kêye
le êran hatuwe xeberî pêye
řostem ke bîstî, hełsa swar bû
le dergay ḧesar hate derê zû
ke dî kilawxudî zêřî le sere
witî geyşit gîwî xawen efsere
hat be pîrîyewe zor be îḧtîram
yektiryan maç kird be xoşîy û selam
destî gîwî girt řostemî destan
be şewq û xoşî řwîştine dîwan
witî pêm biłê çone padşa?
pałewanekan diłxoşin aya?
gîw witî qurban gişt pałewanan
ḧurmetyan heye lay şahî êran
bełam padşa zor bê demaẍe
ḧesar gîrawe hecîr dustaẍe
minyan narduwe be talûke û dew
zînhar tehmiten bê xorak û xew
serdarêk hatuwe zor samnake
nawî zorabe gelê bêbake
şest û dû hezar swarî hênawe
pałewanêkî aza û tewawe
řostem witî min dinya seranser
nemdîwwe kesê le xom azatir
bełam le kiçî padşay semendigan
kuřêkî dawe xudawend pêman
etirsim ew bê hênde azaye
hecîrî girtuwe elḧeq bełaye
eger zorab bê bazî kirduwe
hecîrî le řûy aştî birduwe
bełam hêşta ew yekcar mindałe
’umrî nîhayet çwarde sałe
le paşan emca gîwî nawdar
daye dest řostem namey şehryar
řostem ke wextê seyrî namey kird
se’atê mat bû xofî be dił bird
witî be ’ewnî xalqî bê çûn
be zerbî şimşêr eykem seringûn
be řuştey kemend min eykem qestî
lebatî hecîr ebestim destî
ke daway textî keykawus eka
çawî le merge eykûjim bexwa
emşew camî mey ba têr binoşîn
sibeynê bergî ẍezeb bipoşîn
sê řoj û sê şew bezmî bade bû
meclîs fereḧbexiş saqî sade bû
le mestî şerab sersam bûn sercem
’aqîbetî kar řojî çwardeyem
gîw witî řostem newey załî sam
eme sê řoje ke min te’tîl mam
ya řuxsetim de ya biřoyn êsta
newek padşa qesdî serim ka
keykawus bo ceng diłî betabe
me’lûm bê le to, ḧałî xerape
etirsim wextê mestî şirab bê
legełman qisey zor nasewab bê
cwabî dayewe cîhanpałewan
witî le tirsim elerzê şêran
keykawus lay min wek miştê xake
çe perwam le şay piř sam û bake
witî zeř ’elî azay kemer zeř
zîn bike řexşî perendey bê peř
swarî řexiş bû cîhanpałewan
be yelẍar řwîşt hetakû êran
guderz û behram ferhad û qubad
zengey şawran gurgînî mîlad
swaranî ceng hezaran hezar
çûn bo pêşwazî řostemî serdar
řostem dabezî le řexşî peran
be qedir û ḧurmet birdyane dîwan
selamî kird û westa bepawe
keykawus esłen cwabî nedawe
řiqî hełsabû keykawus beqar
řûy kirde řostem witî herzekar
hîç bakit nîye xo min padşam
le pêş çawî to min wekû gedam
gîwim narde lat witim sed zînhar
hecîr yexsîre buwe yextesar
to xerîkî keyf zemzemey sazî
le ḧukmî şahan zor bê nyazî
eger min êsta şimşêr ebû pêm
ewsa be teḧqîq etzanî min kêm
be yezdanî pak weha emda lêt
serit wek tirinc ekewte ber pêt
şah witî be gîw bom bigre řostem
çunke bê gwêye derçû le qisem
gîwî nawdar zor xecałet ma
serî şoř kird û neykird qisey şa
zor řiqî hełsa şahî keykawus
be tundutîjî ca xuřî le tus
witî hełse zû, řostemî bedkar
bigre bom bêne bîde to le dar
darkarî bike bîxere zîndan
ba îtir nekat bê emrî şahan
heta etwanî ezyetî bide
serkêşî neka îtir ew bede
ca tusî newzer lecêy xoy hełsa
řûy kirde řostem be fermanî şa
dest řostemî girt bîbate beqar
fîleten xuřî wek hewrî behar
witî her felek etwanê beqar
řostemî destan bikêşê be dar
to karê meke be gurzî giran
perêşan bikem êran û turan
mełê min şahim xawen text û tac
be minewe siket heyetî řewac
ger nebê leber taney řozgar
her êsta min to ekêşim le dar
çend dêw û çend şêr çend cadûy bedkar
min bo to hemû kirdim nigûnsar
bo to min girtim çend şar û wiłat
serî çend şahim xiste jêrî pat
le řêgay ḧewtixiwan min çend cefam bird
kor bibê çawit nazanî çîm kird
xom û ewladim fermanberdar bûyn
êsta xełatman felaqe û dar bûyn
xeber bizanin şahan û xunkar
keykawus řostem edate ber dar
mirdin baştire le taney bedkar
êran û turan ebin agadar
le destim nayet kuştinî şahan
egîna legeł xak etkem yeksan
namerdim eger îtir bitbînim
çarey xot bike şahî pêşînim
to tacî mine kirdûte be ser
êran û turan dinya seranser
qudretî nîye kes bika înkar
herkes înkar ka ebê şermesar
řostem emey wit beqar û beqîn
swar bû řûy kirde řêy zabil zemîn
wextê ew řoyî gîwî namdar
hełsaye ser pê witî şehryar
legeł řostemî gewre û ḧurmetdar
qisey wa meke bibê dił’azar
boçî řostemit wa kird diłteng
şûşey bextî xot meşkêne be seng
guderz emey bîst ewîş le paşa
hełsa řawesta leber textî şa
witî ey şahim to hete xeber
řostemî destan şêrî piř huner
çend bo to kêşay cefay řozgar
çend dêw û cadûy bot kird let û par
çend car le cengî şay efrasyab
be xwên turanî piřkird le sîlab
êste lelay to xo xetakare
be qisey to bê xełatî dare
katê emey bîst padşay êran
nardî be şwênya zû bû peşîman
witî ke řostem newey nerîman
nûrî dîdeme wa bûm peşîman
guderz û behram ferhad û qubad
şîduş û şapûr gurgînî mîlad
tus û fereydun legeł gestehem
řewaney kirdin be şwênya der dem
geyştine řostem be sed îḧtiram
řawestan hemû lêyan kird selam
’erzyan kird ke ey cîhanpałewan
boçî ’aciz bûy le şahî êran
salarî gewre û giranî xo to
mayeyî jînî hemuwanî xo to
pałewanekan bê to diłtengin
hemû ’aciz û mat û bê dengin
toy xawen text û tac û tepił û kûs
gwê mede qisey puçî keykawus
padşah bêhoş mestî şerab bû
’aczî kirdî zor nasewab bû
be guderzî wit newey pûrî sam
fermûy besî bê qisey natemam
şertim kirduwe be diłêkî saf
hetakû mawim bê derd û xîlaf
takû min zîndûm leser řozgar
nabê bibînim çarey şehryar
min heme řexiş û gurzî gawser
boçî bitirsim le şay tacwer?
dûbare guderz hatewe guftar
witî ey şêrî ’ersey karzar
fermûdekey to řast û řewane
bełam min ’erzim heye bizane
lêt eden xełqî te’ney bê ḧisab
ełên ke řostem tirsa le zorab
řostem emey bîst sakin bû le qîn
tirsa le te’ney ehlî serzemîn
be qisey guderz geřayewe dwa
hatewe bo şar bo lay padşa
keykawus hełsa zû pêşwazî kird
leser textî zêř dayna destubird
witî pałewan boçî diłřêşî?
lazme ke to nazim bikêşî
to gewreyît kird minit kird be şa
pêwîste daym bikey mudara
zor peşîman û xatir ẍemgînim
peřîwe řengî ał le cebînim
cwabî dayewe řostemî serdar
witî bimbexşe minim gunahkar
hetakû zîndûy řûy ser bîsatim
bende û ẍulam û xakî jêrpatim
minîş yekêkim le gerdinkeçan
bibexşe xetay ẍulamî xotan
tewfîqim bidat ger xuday cebbar
dujminekanit min edem le dar
ewey daway text keykawus eka
be ẍeyrî mirdin îtir çarey kwa?
şah witî emşew to mey binoşe
sibeynê bergî ẍezeb bipoşe
legeł xot bere supay bê şumar
dinya le zorab bike teng û tar
şewê noşyan kird şerabî gułřeng
be dengî saz û be awazî çeng