le qapîy ẍîretî toda, ewende mat û damawim

Li pirtûka:
Dîwanî Racî
Berhema:
Racî (1912-1969)
 2 Xulek  250 Dîtin
le qapîy ẍîretî toda, ewende mat û damawim
be xwênî cerg û dił, êsta, ḧesûdî wa deba çawim
delîlulḧa’rîn takey, şefî’ulmuznibîn takey?
binałim bem hemû derde û, bitorê bextî westawim
kesêkit xoş dewê merdî dû xaney dîn û dinya bê
le xaney axîrim nagem, ke lêreş hełkiřuzawim
leber «men yitّeq allihe»Erebî, gelê îşim fiřê dawin
legeł «yec’el lehu almexْrec»Erebî, îtir boçî fiřê dirawim?
lelay mewla, «mefatîḧu alẍîwib»Erebî û ẍeyrî tê naga
le êsta û dwayîda, were firyayî gerdawim
ke ’îsa mujdeyî: «yi’etî mînْ be’ْdî îsmuhu ئەەحْmed»Erebî
be qewmî da û min hatim, le meydana û hestawim
peristîm zatî hîmmet berzî to, bê wey ke bitbînim
le beḧrî ’îşqî merdîta, nuqum, wek berdî bin awim
«ئەەلمْ neşْreḧْ like sedْrekْ, wize’ْna ’enْke ئەەûْzarekْ»Erebî
«refe’ْna zîkْruke al’e’ْlî»Erebî, be nawit, çende bednawim
gelê peřpût û feřtûtim, xerîkî sûtî nasûtim
negeyme kaxî lahûtim, le ewwel xetwe cêmawim
demê qirçey henawim dê, le kûrey derd û diłdarî
demê lerzîn le endamim deçê boye peşokawim
«fesubḧane alzî esْrî bî’ebْdiٍ micme’aً ئەەقْsî»Erebî
le agirdanî sînemda, wekû pişkoNasnava edebî, necûławim