mêjûy pêẍemberayetî û kurd

Li pirtûka:
Dîwanî Racî
Berhema:
Racî (1912-1969)
 3 Xulek  104 Dîtin
řołeyî adem, yekem, bo giştî mîllet pêşewa
xatemî pêẍemberî kirdote engustî beqa
çunke adem hate jîn, mindałekanî pê bepê
lêk cya bûn, her yekey yek core karî xiste řa
ta le řûy zanist û fen, ayîn û řêkî çû lenaw
hate řû pêẍemberêk û, řêkupêkîy řêk xira
wîş ke řoyî bo mişûrgêřanî berg û ’eyş û noş
her kese destî dirêj kird, bo ser û małî bira
çî qelender bû, le hêzî destidrêjîda hełat
wîş wełatêkî tirî kird awedan û piř beha
her kesê dûr kewtewe, kar û zimanî dabřî
«’elّeme al’esma’»Erebî be mêjûy ademî řawêj eda
ta zemanî ḧezretî «nûḧ»Kes, îş le řêzey têpeřî
herçî îşî xwênmijî bû, biłqî tofan qûtî da
nûḧ behoy keştî, le «cudî»y ême girtî lengerî
dabezî hozî hunerperwer, le kurdistan xiza
pê bepê zor bûnewe, dîsan be xak werbû, hera
řast û çewt û, zor û kem, dîndar û bê dîn têk qija
ta «xelîlu alilh»Erebî, le destî hozî xoxorî hełat
geyye lay mekke û medîne, małî kabey kird bîna
kake «îsma’îl»Kesy gencî kirde qurbanî, îtir
yek beranî dug zilî kirde bełagêřî xuda
ger bizanî, kabe bote ḧeccî çwarquřney cîhan
awî zemzem hełquła, bo diłberî merwe û sefa
ger eyannasin emanen bawik û bapîranî kurd
her ewan zincîreyî pêẍemberanin, aşkira
ta muḧemmed, şahî afaqî se’adet hate řû
tefir û tûnî xiste zułim û buxil û cehil û î’tîda
ayet û ayînî ḧeqqî bo dehêna cubre’îl
boye xizmî pîsî xoy kuştin, qumandanî ẍeza
bîst û sê sał koşşî ew, bû be sermayey jyan
weḧdeyêkî muşterek, pîroze, bê fêł û řya
her wekû baranî řeḧmet, beřiř û beḧrî lêk weşand
ta lesayey wî jyan bonî beheştî tê geřa
kurd û ’areb, turk û furs û, hînd û yonan û feřeng
yek wişey kirdin be yek, pêkçû nezan û şareza
çunke qanûnêkî berzî bo beşer yekser nwand
kes demî hełnaye bigrê řexne ta řojî ceza
ew zimananey ke adem daye dunya bê zyan
her kesê ḧez ka diruste, giştyan, xoy fêr eka
çî ewê fexrî řîsalet? cig le xawên û necat
awedanî, yekdiłî, jînêkî bê řenc û beła
ew beheştey xwa efermiwê, axîret bo pyawî baş
pyawî baş bin, êste biçne ew beheştey dił guşa
gerçî bîrî kurte jîkoNasnava edebî, xoşewîstî kirdigar
lêy bibure sa le qapît, kewte hawar û tikaHisaba Ebcedê: 1950