pesnî tahîr efendî

Li pirtûka:
Dîwanî Racî
Berhema:
Racî (1912-1969)
 1 Xulek  97 Dîtin
her kes, huner û firsetî řûy komełî dîbê
çawî le dway lutif û newakey çelebî bê
her kes wekû min, ’aciz û tîmare le des ẍem
çarey nîye lem weřteye, îlla be lebîbê
ḧazir le der û jûrî sexatin, be ’imûmî
amade be xwahşite, çi zana, çi ẍebî bê
bo bexiş û ’eta, komełe sa dujmin û yarit
têrawî řeway bexte, çi gewre, çi sebî bê
wek şaxî sinewber, hunerit gird û biławe
wek beḧrî duř û gewhere řeşḧet edebî bê
piř hêze wekû genim û, belaẍit wekû şekker
ger farsîy û, kurdîy û, turkî û ’erebî bê
řacîNasnava edebî meke endêşe, lenaw gerduşî dewran
nemdîwe wekû «tahîr efendî», çi necîbê!