bo koçî dwayî «eḧmed» nawêk

Li pirtûka:
Dîwanî Racî
Berhema:
Racî (1912-1969)
 2 Xulek  98 Dîtin
le çawey kewsera şora, leser dił her ẍubarê bû
le çołî matema derçû, şikofey xunçezarê bû
heta tîẍî hewes neydaye ber mewdayî diłdarî
weku sofî be daym taneco bed îşukarê bû
ke kewte zemzemey şadî le řêy diłber penahî da
bedem tarî tereb camî řijawî destî yarê bû
tikaye xakî pêławî şehî îqlîmî cîsim û can
le zeřřatî hewada, ’aşiqane şermesarê bû
le dawî kakułî guł, derkenar û, nawî seyyadan
be dîdey şukirbînî kame dîde, xûy şikarê bû?
ke mey noşî, le camî eşkeyî guftarî «kak eḧmed»
bebê xud, hategîran, gerçî naqoła fîrarê bû
lemew bedwawe, xamim kird be durc û burcî gencîney
ewî ta êste her satê dyarî bû, dyarê bû
muzafî min nema, dił, bîbe sa çî lêdekey? bîke
ela «kak eḧmed»y gyanperwerim, em bare tarê bû
qeła nałêm dizîwye, xoy çuwe dił cêge qaym ka
heta êsta, ke bê bextane her satê le şarê bû
le qebrîşa, weçake lew diłe her řeḧb û tûba kem
ke meyxiware le camî heq şunasî, bextyarê bû
le baẍî giftugota, ser geřa ew merkeze, gîray
be em zu’fe, lejêr ew bareda, çon îstîwarê bû!?
xuda řeḧmî legeł kird, îmtîsalî emrî toy daye
heta îmřoke sergeştey belarê ya delarê bû
nimûney hate xizmet, tecrebey yarî ekird, werne
ewî nardûme bo to, gerçî xoş bû, jehrî marê bû
hemû hengî xeyałim kirde weqfî to, legeł baweř
ke řoḧîş hate xizmet muşterî xoy, bo nîsarê bû
gyanî ’îlim û ’îrfane be kêşan, eşkeyî «eḧmed»
be gustaxî, le baxî lutfî ew, řacîNasnava edebî huzarê bû