nameyek bo ḧakim ’ela’eddîn

Li pirtûka:
Dîwanî Racî
Berhema:
Racî (1912-1969)
 3 Xulek  96 Dîtin
biray beřêzim kak ’ela’eddîn
supast ekem le merg û le jîn
benamekanit, ke geş bûmewe
namin leser çaw, hezar aferîn
ew kate wabû, berengarî kat
le to te’essuf, le min ah û şîn
katêkî tir dêt, xuda ḧez bikat
ke dû destî yek, gelê řagûşîn
be awat û hat, be cergî besoz
be girjînewey wiłatî emîn
newek xwêndewar biray yektirin
xwêndarin heta le řûy xwênmijîn
ew kate řoyîm, pêwîstim sefer
eto bibûre, le kurtî û le qîn
le bîrim naçê, lêre, le koye
ke řamanbiward, be çend zewq û bîn
xisus, ke hatim bo małî êwe
estêrem hełat, le xoşî yeqîn
dinya her waye, diłan lêk eka
deba ax bixoyn, be dîdey numîn
’alem hezar dił, êmeş têkeław
be wêney xeyał, gułistan çinîn
fermûte sałêk bebê gileyî
sed sałî tir bê, biram, xoştirîn
êste tal’ řeş, ke dûr kewtinewe
hîwame pê bigem, be bałî ferzîn
le nêzîk û dûr, bê beyne bo dił
gyanî wiryay sema û zemîn
be bîrî êwe, dekem hemû dem
çawî dił řûnak, tamî dem şîrîn
gerçî toş weku minî birîndar
xwaye çaresaz, be her pêkgeyîn
kakî xom, mirov be sebir û subat
be daxwaz ega, bebê neng û kîn
nekey xem bixoyt, le nazî gencît
be xorakî řoḧ, baẍit ke perjîn
bizane řojit, hełate řoje
şewt be piřşing, betafe perwîn
destî pîrozî bawkit maç ekem
selam le «diłşad», biray be temkîn
«dilawer», «kosret», çawyan maç ekem
selam le xuşkan, be ḧurmet bijîn
walîdey ’ezîz, bexêrbêtewe
le paytextî bîr, be sed hêz û tîn
nadîde, ’erzî supasim bere
bo kake ḧakim «miḧemmed’emîn»
ewîş kesêke, wekû suleyman
xawendî çake û, niqêm û nigîn
çi xoşe biram, le řojanî şad
be pirs û weram, ke dabnîşîn
eme kizey dił, eweş nîştiman
le beynî soz û, geşe û, pêkenîn
be awazî xoş, be notey hewes
hewa bikeyne kûrey agirîn
le řêy temaşa û, mutałay řuwan
hestîne hestî le çawan dizîn
heryek be řeng û, her yek be dengê
her yek be bonê, têkřa bipşikûyn
ke yek dyar nebû, bibîne xembar
bo nûrî kułmey, be zarî û girîn
zewqî cemat û, yaran û, yarî
biłê gyane, lenaw mêşkî jîn
eto zor başî biram le şara
emin le ladê, perasûm řizîn
wa mirdûm, weha, nabûjêmewe
be sed areq û, be eskencebîn
bêdade derdim, qerarim nema
le lêfe û doşek, le hîç ser serîn
le derdî dûrî, hawarî kê kem
ke firyam kewê, le girmey tepîn
bimbexşe zarî şikatim nîye
qełem tewjimî nema le nûsîn
xoy pîre jîkoNasnava edebî, xeyałî taze
wekû le şewda, cematî perwîn