supas û bexêrhênanî ḧakim ’ela’eddîn, dadwerî dadgay koye

Li pirtûka:
Dîwanî Racî
Berhema:
Racî (1912-1969)
 3 Xulek  95 Dîtin
ke řojnamey lemêj û, çerxî dewwar
nîşanî da nîşaney nîştiman kar
le nîsana, nîsaney sewz û sûr kird
ke barandî le derya, duřřî şehwar
piřoton, lîktiron, nûsan û gîrsan
pisa zincîrî bedkaran, beyekcar
«’ela’eddînKes»e kakim, ḧakmî «ko»
geyştote hemû meydan û hawar
le deryay koşşa, gewherderêne
be qazancî weten, bote kesukar
serî berz û, diłî piř bîr û, řû xoş
bexû şîrîn û, xawen terz û guftar
«silêmanî»y nîşandawim, silêman
mulazim ewwelî leşkir, be milyar
le begzadanî kurde, kake «ḧamîd»
ewe, cêgey supas û keşfî esřar
mudîrî «teqteq»y me, kake «řemzî»
le begzadanî cafe, merdî salar
enasê řêzî yarî û, hozî serbest
etirsênê supay hozêkî lasar
supasî «qadir efendî», nûserî çak
dekem herdem, bebê payan û mîqdar
le îcra’atî ḧeq, bê çend û çûne
gułî gerdinkeşî nîsan û adar
be mamosta «ḧemed», zanîn direwşa
eristoy da be esto, merdî cêdar
le çerxî felsefeyda, qutib û mîḧwer
le ’erdî hendese, ew bote peřgar
birakem, «kake qadir», wîş mu’ellîm
gułî ser tepłî serme, merdî huşyar
qedîmîn pêkewe, her bom bimênê
wekû estêre bidrewşê le aqar
biray ’areb zimanim, kak «necîb»e
nifusî xiste ber miqyasî ejmar
qomîser naḧîye, «sidîq efendî»
lebîrim çû, ke bînûsim heweł car
ewîş řoḧêkî kurde, bê fiřufêł
le teḧqîqatî koşer, herweku mar
biray xom, diłberî xom, «kake řeş» bê
pesend û, ḧuřiř û, gencêkî xeberdar
îtir «kak mistefa», wesfî beçî kem?
le yarîda, seday hey hey, delo swar
le eslakî, «se’îd aẍa» enasim
heway wergirtinî exbarî eqtar
bexêrên, tabî’e û giştî lîwa, ḧeq
be xizmetkarî dewłet, ye’nî candar
îtir «kwêxa ḧusên»e, mîrî «germok»
ke zorim xoşdewê, maqûł û muxtar
le«karêz» dadenîşê, kak «muḧemmed»
esasen koyye, ew merdî serkar
leser çaw û dił û gyanim, biken şewq
be çeng û ney, kemançe û, beřbet û tar
le dîwanî «’ezîz aẍay ẍefurî»
melek dêne sema wu bezmî dîdar
le pêkî badeda, diłber ekêşê
’ikusî řast û çep, wek zułfî ’eyyar
bexêrên, her leser gyanim, bexêrên
gelî erbabî me’na û, qewmî bêdar
be çawî êwe, kurdim serbiłinde
be nawî êwewe, min bûme beşdar
lewey xoşî zyatir, boç biguncê?
diłe saf û, ciger neymawe azar
çi komeł, komełî bezim û zemawen
çi komeł, komełî zanist û îqrar
bibûrin, ger niqustane le řûtan
ke řacîNasnava edebî, nakewête kêşî esřar