awatî mergim, şadîm, nexoşî

Li pirtûka:
Dîwanî Racî
Berhema:
Racî (1912-1969)
 2 Xulek  103 Dîtin
awatî mergim, şadîm, nexoşî
řojanî jînim, řoyîn be boşî
çend bazařim kird, be xofroşî
fincanî xoşîm hergîz nenoşî
meḧek û gogird, her gird û kome
goy kirdim be şeq, lew gird û gome
nihom nahênim, lew dû nihome
mêrdezmey ẍemim be koł û doşî
řehnidey cefay bapîr û bawan
hetîwey pena û, çuẍił û bednawan
sûtawî çake û, xinkawî tawan
herçî hat diłim hawîşte koşî
çî sûd û qazanc, lem dunya kone
hezar mêrdî kird, hêşta nehone
be bołe boł û, be hone hone
her gêjî mijand, her hoşî doşî
layê be şayî û, çepłe û çepałe
layê řeşayî û, tepłe û tepałe
mêşkim be tał û, eşkim qebałe
pałey awatim çî tê nekoşî
dunya gejmêrî pyawî zengîn bû
parûy betam û çewr û şîrîn bû
legeł zanayan, dij û be kîn bû
nehat bezeyî û řeḧim û peroşî
haware řaken, řa bin, řeha bin
takey be «take»y cewr û cefa bin?
řeş û řût û qût, nexoşî ta bin
gyan be lerzewe, kes day nepoşî
serma û biraymok, ême û nakokî
xełkî hełîda, be cakî û cokî
sed mawey biřî û carê nekokî
xakî êmey bird «řîsto filoşî»
sermestî hîwa û, serpestî barim
serbestî wate û, berbestî karim
deşt û çya û bax, yane û hewarim
jîkoNasnava edebî şitêkim lê danepoşî!