çîn çîn le çemen, wa le ew aławe xet û xał

Li pirtûka:
Dîwanî Racî
Berhema:
Racî (1912-1969)
 2 Xulek  97 Dîtin
çîn çîn le çemen, wa le ew aławe xet û xał
seyrî ke çi terzê, geş û têrawe xet û xał
têkeła buwe bem řûmete, xemławe xet û xał
her la ke eçî ẍalîye sûtawe xet û xał
ew diłbere ahu řewwişe, hemserî kêye?
ew nazke guł ẍunçedeme, honerî kêye?
ew şîrîne řuḧ sûke, xuda, řehberî kêye?
lem baxe, ke arayşî wa dawe xet û xał
carê be temay kuştinî min, xencerî eswê
carê le xuda tirsîy û diłnermîye, edwê
lam waşe be xwênî mine, em perçeme eřwê!
nabînî le řûy şewqewe hestawe xet û xał?!
tînû, be nimî areqî ser pelkî gułanim
birsî, be dû yaqûtî lebî taze butanim
piř derd û ẍem û ḧesret û hawar û fuẍanim
bem dû şitewe, lem diłe torawe xet û xał
nagem be kemer girtinî ew şoxe lebîbe
ew diłbere, ew dînbere, ew kurde necîbe
herçende le min wazî nehênawe ḧebîbe
bo dujminîye, agirî berdawe xet û xał
qedrî to min eyzanim û ethênme serçaw
řoḧim ekeme doşekî nazit, bedił û daw
wa çake řeqîb ladey û bigrî qedeḧî naw
nek wextê biłêy ḧeyfe peşokawe xet û xał
çandûme guł û nêrgis û nesrîn û wenewşe
her êke le layêkewe, piř taf û direwşe
řacîNasnava edebî were em baẍe, çi řengîne be wirşe
wek bulbul û qumrî, demî kêşawe xet û xał