ey butî şîrîn kelam, bêne leb û xał û xet

Li pirtûka:
Dîwanî Racî
Berhema:
Racî (1912-1969)
 1 Xulek  101 Dîtin
ey butî şîrîn kelam
bêne leb û xał û xet
ey duřî gencî meram
bêne leb û xał û xet
toy hewesî bê diłan
toy çemenî bulbulan
toy terebî cawîdan
bêne leb û xał û xet
ey senemî xunçedem
xawenî baxî îrem
ey gułî řengîn kerem
bêne leb û xał û xet
yarî dû ’alem etoy
adem û xatem etoy
şewqî dił û ẍem etoy
bêne leb û xał û xet
memkuje bê maçî řût
bew şikenî taq û cût
takû minim dubedût
bêne leb û xał û xet
ey şehî ’alem beha
nî’metî bê întîha
şaperî zewq û sefa
bêne leb û xał û xet
mat û qelender minim
xeste û bê der minim
murẍî semender minim
bêne leb û xał û xet
me’denî kam û wîdad
gułşenî řojî murad
saqî ki’esu alirّeşadErebî
bêne leb û xał û xet
bo diłî řacîNasnava edebî hejar
ey butî sîmîn ’uzar
heste be zewqî behar
bêne leb û xał û xet