ew geley

Li pirtûka:
Dîwanî Kakey Felaḧ
Berhema:
Kakey Felaḧ (1928-1990)
 1 Xulek  601 Dîtin
ew geley ke wa sałehay sał bû
řêgay xebatî piř diřk û dał bû
lebotey siza û miteyneta qał bû
le nakaw beser dujmina zał bû
taze çon dîl û dest beser ebê
řołey wek caran derbeder ebê
ew geley ke wa dwênê jêr dest bû
şewî jyanî tarîk û pest bû
hoy îsti’mar û koneperist bû
ewdîley dwênê emřo serbest bû
taze çon zincîr le gerdin ebê
nîştimanekey bo dujmin ebê
ew geley ke wa xwênî řijawe
begulle kelley řołey pijawe
hergîzuhergîz řanewestawe
berewpêşewe tekanî dawe
taze çon gelî weha qareman
xoy bext naka leser nîştiman?
ew geley şewî dûr û dirêj bû
řêy řizgar bûnî hewraz û lêj bû
berew şebeqî wek «gelawêj» bû
yek yek birînî diłî sařêj bû
herkesê ełê gelî waneberd
dîl ekirêtewe serî daleberd
ew geley derdî dîlî çeştuwe
xwên û areqî zorî řiştuwe
destey napakî bê goř naştuwe
heta bem řojey xoy geyştuwe
çon nełê xakim kird be gořistan
bo pîlan gêř û koneperistan