merdayetî
Li pirtûka:
Dîwanî Kakey Felaḧ
Berhema:
Kakey Felaḧ (1928-1990)
1 Xulek
1308 Dîtin
zimanim ba necułênim, ke cułanim qisey pêye
le gulley xot biparêze, tifengêke û leser pêye
deba tîrî qisey naxî derûnî xom bihawêjim
berî û cêy tê egem, toş her biłê çend bê serupêye
be serberzî bijî tamawî, mirdû pyawî serşoře
egerçî nirxekey basî sere jînêkî bem pêye
mełê ḧeyfe merg cestem ekate xak û xołî řê
serî serdarehay dwînêye wa emřo lejêr pêye
ewî nazanê jîrî bê huner, tîẍêke bê cewher
le dû pê zyatre, herçen be naheq nawî dûpêye
bira pê hełgire û twêşû neberdî bab û bapîre
beser řêgey jyana kirdewey merdane cî pêye
serincî pendî konit be biray kurdim ke kun nabê
ke mirdin mirdine îtir çîye em linge firtêye
ke aza carî emrê tirsinokîş řojî dûsed car
lejîn û mirdinî merdî diłî to bo çî kirmêye?
ewî şwênî newî şayanî şanî xoy ebînê wa
le cêgey gerdî jêr pêye, seranser jînî bê cêye
eweş mergî le řêgey jînî serberza řewa dîwe
şehadet ben şehîdî baweřî berz û beřê û cêye