yarit ke hebê, barte ta řojî dwayî
Li pirtûka:
Dîwanî Racî
Berhema:
Racî (1912-1969)
1 Xulek
158 Dîtin
yarit ke hebê, barte ta řojî dwayî
barit ke nebê, ẍaretî to bê ser û payî
dujmin mekuje, dost newek bitkujê řojê
yaran mexe ser textî hewayî, be merayî
meřwane heta komełî bedbextî dyare
herzane qumaşî diłeket, nek be kewayî
dapoşe serit, çetrî ẍem û sebir be serke
řabûre, le her ḧesretî dû řojî cudayî
tarîke şewt, heł ke çirayanî eletrîk
lem şêweyî newsanîye, tabbye xudayî
karê meke gîrode bibî û derneçî bo xot
îşêkî bike serbikewî, dûr le řyayî
meşkêne diłî şûşe şerabî demî xunçe
takû neřjê areqî çawit, be syayî
hêzêke, hemû kirdeweyî komełî êsta
lew hêzewe bixiwaze, ewaney be temayî
řacîNasnava edebî meke endêşe û, danîşe le xane
ya řake ledû karê, belayê, ne de layî!