besîye dił û dîn birdin, lem toxe bebê dînî

Li pirtûka:
Dîwanî Racî
Berhema:
Racî (1912-1969)
 1 Xulek  97 Dîtin
besîye dił û dîn birdin, lem toxe bebê dînî
bes pêm bide jehrî mar, lew zułfe be şîrînî
neqdî xeme ta mirdin, barî diłî řîswame
her kûçeyî bêdadî û, her kulbeyî ẍemgînî
çawit be heway xoşî, tałanî ser û małe
bew tewqe û xiřxałe, ta key le řiq û qînî?!
bo bulbulî piř zarim, wek ẍunçeyî dem bestey
bo derdî be hawarim, wek sûretî yasînî
bem kułme eletrîkî, ya řojî leser ewcî?
bem zułfe şewî tarî, ya şûre û perjînî?
lêwit ke piřî xende, qendawî xecałet kird
zîwîne des û pencet, ya lew deme zêřînî?
wek taze le xew hestî, ew çawe pena be xwa
bo hetkî hemû xełke, naz û ẍezeb enwênî
gułzarî beharanî, ya bûkî serapa sûr?
ya pîşete xwênxiwarî, ya her butî xwênînî?
sûzey cigerî řacîNasnava edebî, hîç karê le to naka
çunkê le henasey serd, zanîwme ke te’mînî