witim: piştî wicûdim têk şikawe, êste řořome

Li pirtûka:
Dîwanî Racî
Berhema:
Racî (1912-1969)
 2 Xulek  100 Dîtin
witim: piştî wicûdim têk şikawe, êste řořome
witî: mirdin le ’îşqa, xesłetêkî çake bê lome
witim: ta key leser gonem, biřêjim tawî firmêskim?
witî: ew berdełane ger nebê, awî ’ebes come
witim: wa dił lelate, zamnî maçêkî lêwî ke
witî: hey şête basî çî dekey, řûḧîşte hî xome!
witim: lakey serim dê, lew meqamatî ser û zułfe
witî: esrarî em çerxe, le xaney zułfî lolome
witim: bûme xerabatê, le neş’ey çawî be xumarit
witî: îşt řewa nabê, biřo der lêre bo tome
witim: şahî ḧebeş gyana, dexalatim qibûł ka dêm
witî: karit le řûma her diroye, ma’îlî řome
witim: xałit be bextim şahîde, zułifit be bałay min
witî: lew katewe şaney diłit fewtawe, ew kome
witim: ger min bikujrêm, xwa řewa nada řeqîb mabê
witî: boç wa nefamî? xom ezanim sîrmexor dome!
witim: şîrîn witarim, nuxteyêkî mawe ’umrî min
witî: řacîNasnava edebî biřo, lem nuxteda îşt gelê gome!