hewrî behar û girmegirim, le ahî naw henawme

Li pirtûka:
Dîwanî Racî
Berhema:
Racî (1912-1969)
 2 Xulek  96 Dîtin
hewrî behar û girmegirim, le ahî naw henawme
taw û biruske û xirmexirim, baranî her dû çawme
leser heware berzekem, řijawe tawe terzekem
be lerze bê bilerzekem, xirpey diłî be tawme
ke xunçe hat û pêkenî, ten û gyanim řaçenî
ke aşkiraye dîmenî, xwênî diłî pijawme
be lence çust têpeřî, be ’erd û berdî da teřî
dagîrî kird zerye û beřî, minîş temay xunawme
nesîmî nîweşew wezî, çûme kelên bała û kezî
sinûqî ser sînem dizî, eweş desî biřawme
le ’îşqî tom pena nema, ẍezrîm û çûme lanema
lem deşt û mêrge panema, seła le neng û nawme
çendim çeşî qelenderî, hîwame her sikenderî
cadûy nesîmî mîhterî, hemûy le bin kiławme
şêx û mela megirin yexem, tirsim nîye le pêç û xem
nyazî xom ke ser’exem, be abřûy řijawme
bê pel û poye kurdî min, dirişte bîrî wirdî min
kes ba nebête pirdî min, ger xizim û dayk û bawme
her karesatê bête řû, dûpşike, jarî piř çizû
emin peroşî tome tu, çawit le merg û cawme
pişkoNasnava edebî bese sozî ciger, xirame kûre û derdî ser
karim newesta serbeser, xom û beşî xurawme!