dił le řêy ew şoxeda, wêney semend û dułdułe

Li pirtûka:
Dîwanî Racî
Berhema:
Racî (1912-1969)
 2 Xulek  103 Dîtin
dił le řêy ew şoxeda, wêney semend û dułdułe
gerçî ew şoxe legeł ême, hemû dem dûdłe
çaw leber lêşawî firmêsk û tinokî areqe
lêł û swêr û kul buwe, bê sûde pung û qiłqiłe
hênde hewłimda ke pêk şa bîn û, baweş dem le to
koyî sincaqim fiřêda, geyme xakî «qułqułe»
wek qelî bał û demax û dił řeşe, îmřo řeqîb
kilkî serbałêk dirêje, wa dezanê her qułe
hênde nask sîneye, lamil zere, zîwîn tene
wek wiřey loke û ḧerîre, nask û lûs û miłe
wextê emtoqênê bew toqey ser û egrîcekey
wextê min pel pel eken mêxekben û ew piłpiłe
çawî serxoşî twe, gyanî nexoşî êmeye
kułmeyî sûr û sipîte, řûy minî zerd û biłe
bûme beḧrî girye wu zarî, diłîş gozey giłe
em şika, ew hełçuwe, beşkim biřiskê ew gułe
ger duway mergîş, dirawsê bîn le gořistanekan
beynî gořî herdûlaman, eysimim wêney wiłe
dił le řêgay çawekanit, çeşnî dêwî serçiłe
her wekû ew řûmete lasûre, sêwî serçiłe
heste bîbîne qedî şoxî, be sîne û memyewe
řacyaNasnava edebî, her bîçne, bîşkêne meẍiz û kakłe