bulbul le şikofey gułeket, cejnî ḧełałe

Li pirtûka:
Dîwanî Racî
Berhema:
Racî (1912-1969)
 1 Xulek  119 Dîtin
bulbul le şikofey gułeket, cejnî ḧełałe
bo çehçehe û xwêndinî, guł gwêgir û lałe
meşqî hewes û mestîye, lew çenberî zułfe
ẍeyrî tereb û cîlwe, hemû îşî betałe
ew wexte geyştim, ke be xizmet guł û bulbul
zanîm diłekey serkeşim, ew sate le małe
gyanim, bexuda, hate hewa û bezmî meḧebbet
fermûy: be lîqa xoş bibe, werbigre ḧewałe
ger sosen û nesrîne, eger nêrgisî şehla
yadî nefesî badî seba û xoşîy sałe
bonêke le řojanî wîsalî dił û diłdar
ger ’enberî saraye, weger sunbulî kałe
çon nayete ber şu’leyî enwarî hîdayet?
ger ḧezretî eskender û, ger řostemî załe
cana! le fîraqit be xuda tenge diłî min
ger şekker û hengiwîne, lenaw zarme tałe
řacîNasnava edebî le hemû řêwe, meger ’uzrî qibûłe
bo toqeyî cejnane, xwa şahîdî ḧałe!