řêgeyî ’îşqim dirêj û, herdû qaçîşim şele

Li pirtûka:
Dîwanî Racî
Berhema:
Racî (1912-1969)
 1 Xulek  108 Dîtin
řêgeyî ’îşqim dirêj û, herdû qaçîşim şele
bo xeber wergirtinîş, řê, bê telîfon û tele
hênd eřêjim eşkî piř soz û bekuł, lem çołeda
bote derya dewrem û namxate wişkî, pê mele
nageme bałay nîgar û baweş û bos û kenar
ger be xewnîş bête berçawî xeyałim, her ḧele
nazenîney serkeşey bêbake, bê xwên kuştimî
her be çaw îşim ebînê, hênde ’eyyar û dele
katekî dê, damenî heł kat û zîndûm katewe
pêy bigem, destî le mil kem, êste hîç nakem pele
nirxî jîn û dîmene, diłdarî paşa û geda
bîrî parawî diłe, hîway serukarî gele
wextê řawî dabeşî, xoy têkełî sed lence kird
çawekey baz û hełoye, ’aşiqî bêkes mele
lakelî zułfî, tiraqey xałî wa hat û teqand
eykujê her kes le deşt û řêge û çom û kele
çawî řacîNasnava edebî bû be çwar û, çawî bîmarî nedît
ba bizanîn çerxî çep, hewłî be kêye em hele?!