bes derbederî hoz û, temî xem be serim ke

Li pirtûka:
Dîwanî Racî
Berhema:
Racî (1912-1969)
 1 Xulek  101 Dîtin
bes derbederî hoz û, temî xem be serim ke
bes tîẍî muje û, coşî wełatan leberim ke
çîtir be hewes memdere ber xencerî dujmin
her xot û xwa, lem dere letlet cigerm ke
mestim ke le çawî weten û, bimxere zîndan
zincîr û giriftarî kerestey qederim ke
çêştûme hemû tamî dił û, zarî ẍerîbî
lem xake, bese bimkuje, bes derbederim ke
dest hełgire, hełbêne to em çawe, bibîne
xełkî le çi bawêke? îtir xoş xeberim ke
’alem le çi řawêj û, çi řawêk û çi řazêk?
ya dił be diłim dade, weya ser beserim ke
wa guł egeşin, pê’ekenin xunçeyî lêwan
toş řaheje sa mestî pyałey seḧerim ke
ser dawme ber pêt û, leşim pirde le řêta
bew toz û temî dameneket, behrewerim ke
basî ser û zułifit ke dekem, řojî bełame
satê be dem û kułme û mem, cîlwegerm ke
amadeye jîkoNasnava edebî, be hemû sûd û zyanêk
sa heste le dû çawî bełek, çareserim ke