le kurdîyda hemû gyanim, be kurdî, xase xorake

Li pirtûka:
Dîwanî Racî
Berhema:
Racî (1912-1969)
 2 Xulek  99 Dîtin
le kurdîyda hemû gyanim, be kurdî, xase xorake
le meydana ke kurdêkî tyabû, serbexo řake
serawirdî zeman û goře, gořî karesatî kar
gul û geř, wek şel û kwêrî, hemû aza û çalake
şepolî bay xefet beḧrî muḧîtî serbeser wajand
zemîn wek kanî esmak û sema, wek ’eynî xaşake
cîhanî hane hanay dił be hîçkes řanega, çi buwe?
diro barane, pîlanbazîye, kwêrbûnî îdrake
seraperde û telar û kax, serewbin bûn û têkřûxan
quřit des nakewê, xêra, temî dunya be serdake
le çaxî zeřře û oksîde, bêser keř ebin yekser
çi bibyey, çî bibînî, çî xeyał key, makî îhlake
le xawen xan û xanana, ke destawdestî xermane
le babet řaweřawî xake, îstîmlak û emlake
ełên em çerx û eflake, qedîm witrawe «lewْlake»Erebî
ke em topîwe, kirmêye, de řût lew lake, lewla ke!
hemû hawîn û zistanî beserçû, hêşte nemzanî
çi xoşe, çî nexoşe, bext û textî lê berełłake
’edalet wek terazû nasrawe, ser beramber ser
beheşt heşt û, cehendem ḧewt û, gawir zor û kem pake
çi sersamim ke binyadem, hemû tîtał û fîşałe
ewî kirdit be mêşkî têgeyştin, poxî lûlake
le kuşte û biřye dernaçî, be xaka çî û be awa çî
ke xo derxistin û man bestinit, bo merg û pîtake
bira lêkbûne dujmin, min, nema cêgem kun û qujbin
be naheq birdyan řencim, çi sîwake, çi tenbake
le mułkî şakeşakî ẍem, likî xełkî temaşake
çilon jakawe, mîwey hełwerîwe dare sawake!
çi řizgarî bika em hoze damawe, le damanî
ke jîkoNasnava edebî piř be dunya, dił bebar û gyanî xemnake