bem derdî diłe, qametî dawim le hetîte

Li pirtûka:
Dîwanî Racî
Berhema:
Racî (1912-1969)
 1 Xulek  99 Dîtin
bem derdî diłe, qametî dawim le hetîte
zułfî le birîn birjeyî, derman û piłîte
wextî edeb û zewq, şerabî le dû çawe
wextî şeř û dawa, des û bazûyî cilîte
wek şî’eyî ’aşûre, tenim hênde kutawe
hêndêkî birîn, îke řeş û, řengî çwîte
nebzûtuwe dił, lew demewe lamlî girtûy
mał małî minałaneye, berdî bine pîte
ta bangim eka merg û, jimarey gele ekirê
çawim le dway řûmetekey sûr û sipîte
em kurde wekû min, ke şepirzey mey û bezme
hozêke, le jêr merḧemetî berz û newîte
gwaret wekû mêlaqe, tirinicit meme, lêw mey
em tik tikeyî areqî ser sîne, cewîte
biřwane qedî, hełçuwe wek ’er’er û şimşad
ew cûte memey seyr ke, qinc û xiř û qîte
řacîNasnava edebî! be xuda çendî eřêjim le diłim xwên
ten kewteyî barî xeme, çawim piře lîte!