ey weten, daxî giranim, řutbeyî ser şante
Li pirtûka:
Dîwanî Racî
Berhema:
Racî (1912-1969)
2 Xulek
216 Dîtin
ey weten, daxî giranim, řutbeyî ser şante
qirçeyî cerg û henawim, firçeyî çawante
xirmeyî naw zigme dê, bo to le xirpe û bîrexew
girme û lirmey diłe, xorakî gułzarante
em kenîşkane û kuřanet, her hejar û bêkesin
çend zemanêke henase û ahî wan asmante
êste bêgane hemûyan, notebaz û mosîqîn
kanî mosîqa bizane, lawik û ḧeyrante
ba û baranî henasey serdî ême toz eka
coşe zistanî gelawêjim, serî mîzante
giştî bo xełke ewey çandûte, wa xermante
bo xezêne û parekanit, destî wan gîrfante
ey weten takey le karî nalebarî namrad
bêwejin koşî bike, qazancî zařołante
kêwekanit burcî newroz û, řez û baxt beheşt
lawî nêr û mê be herla, ḧorîy û ẍîlmante
ey weten, ger to hejar’amojî bazařî şewî
řojî dujmin êxegîrî gerduşî damante
ey weten ta key kiz û ałozî destî hozî to
nakes û kes, řîzexorî sifre û dîwante
ey weten sa korpeket, jîkoNasnava edebî, bexêwî ke be xot
hełbiłê ta pê dega, ew hełgirî nazante