emsał be nawî yarî, sałêkî tund û sexte

Li pirtûka:
Dîwanî Racî
Berhema:
Racî (1912-1969)
 2 Xulek  110 Dîtin
emsał be nawî yarî, sałêkî tund û sexte
befrî xefet debarî, diłîş debûne şexte
pîrozgarî pêrû, terazûy dadî kêşa
řojîş le řûy gelawêj, hełat û řawe bexte
bêdirxe çû be tałan, mîrem geřa le małan
oẍen ke day le bałan, çaw derqûłênê wexte
bêt, řenge îşî pêt bê, ger tozî şwên û řêt bê
wa megre gêj û şêt bê, bişlerzê nexte nexte
pałuzî xane şêwaw, leber çořawgeyî çaw
elyas û xidrî dengida û, bê sebre ḧez be cexte
diłim çiley be serkeş, qonaẍî kirde sî şeş
pişkoy wetaẍî kird geş, xerîkî řext û texte
le baz beranî naze, newrozî kurdî saze
egrê hemû muẍaze, be bê hera û zexte
dujmin le toy řuwanî, ke çend geş û cwanî
bê wey be xot bizanî, xesandî bûy be yexte
înca behar û hawîn, zistan û payzit çîn?
barit eken demî zîn, bê base, îşî řexte
nirx û fesałî mamłet, bazařî xiste derfet
bê qerit û, sûd û, afet, kutałî puxt û nexte
beser çû sard û sołe, pişkoNasnava edebîte hate tołe
nemawe kes le bołe, soz û geşey direxte