ey perçemit girê çîn, westawe çîn leser çîn

Li pirtûka:
Dîwanî Racî
Berhema:
Racî (1912-1969)
 1 Xulek  128 Dîtin
ey perçemit girê çîn, westawe çîn leser çîn
bestûte řoḧî miskîn, girtûte dîde, bê dîn
bem dest û pence ałet, bem çawe şox û kałet
bem leb û kułim û xałet, to agir, ême benzîn
her toy ke piř kemalî, her toy be sed cemalî
cûtê biroy hîlalî, eykey be baz û şahîn
her cê eçî behare, řût řojî deşt û şare
ḧusnî to her dyare, bo çîme çîn û maçîn
mutrîb biłê hewayê, saqî detêke çayê
yar hateder le layê, dił kewte fîkir û texmîn
nayêteder henasem, diłzarî em heyasem
kuştey ew ser be tasem, tałan deka selatîn
řazawe deşt û seḧra, yarim ḧîcabî lada
dinya çuwe temaşa, ey dił emeş debabçîn
birdî ’eqił û kemałim, sewdayî zułf û xałim
degrîm û her denałim, dił serd û sîne hawîn
řacîNasnava edebî kest nemawe, bexwa diłit şikawe
em lêw û kułim û çawe, le to dekate perjîn!