xincîle! were pêkewe ba neş’unma keyn

Li pirtûka:
Dîwanî Racî
Berhema:
Racî (1912-1969)
 1 Xulek  111 Dîtin
xincîle! were pêkewe ba neş’unma keyn
bo ’îşqî ezel, şukirî ebed, zîkirî xwa keyn
gewher ke be honrawî eda řewneqî dûkan
ba řûyî yekîy, herdû, le dîwanî wefa keyn
řeḧmê bike, min kuşteyî yek çawe temaşam
satê be hewes, pêkewe ba seyr û sefa keyn
lem dûrîye min ’aciz û, to xuřřem û xendan
ba terkî řeqîb û, ’emelî zuhd û řya keyn
’îşqit ke le min baxçe û meydanî qumare
çend xoşe eger pêkewe lem deşte heřa keyn
toş tîrî meḧebbet le diłî dawî, kewa bê
mefroşe benaz em qede, ba yekdî dewa keyn
řeḧmê bike, çîtir be cefa memxere ẍurbet
wa çake serî ’îşq be balîfî řeza keyn
’alem, ke hemû ẍerqe le deryayî melamet
qurban were ba dem le dema, ḧemd û sena keyn
řacîNasnava edebî! min û yarim le fîraq û le wîsala
ger řêk bikewîn řenge kirasan be kewa keyn