le naçarî le çawa awe girdîn

Li pirtûka:
Dîwanî Racî
Berhema:
Racî (1912-1969)
 1 Xulek  86 Dîtin
le naçarî le çawa awe girdîn
le jêr pêy ’alema mirdîn û pirdîn
ke diłber hate kûçey ’îşqibazî
be tałan řûḧ û mał û dînî birdîn
çi hawarêke wa kewtote sînem?
legeł bextî řeşa, bê destubirdîn
be dem çewganî dû zułfî syahî
le meydanî meşeqqet, gwaye gerdîn
le bîrit çû nîgara wextî tîflî
ke seyr û řawu řûtit pê ekirdîn?!
eto meh bûy û ême hale da’îm
keçî îmřo le dewra, wêłî herdîn
mełê řacîNasnava edebî, gelê zar û nezarîn
egerçî piř ’ebes, lem řêge mirdîn