ahuwanî çawî diłdaran, şikarî şêr eken

Li pirtûka:
Dîwanî Racî
Berhema:
Racî (1912-1969)
 1 Xulek  95 Dîtin
ahuwanî çawî diłdaran, şikarî şêr eken
her le mindałîwe xoyan pencebazîy fêr eken
emkujin herdem be naheq, şoxekanî dîde mestNusxeyên din: demkujin herdem be naheq, şoxekanî çaw heło
dił desûtênin le řûy xoyan û goya xêr eken
her wekû pîroze deşkênin diłî êsqanî min
xo le meẍzî min ’ezîzim, care care têr eken
hey be qurbanî supahî xałekantan bim, kewa
herwekû bitperweran, teqwa le taqî dêr eken
wexte dił derçê le ten, derçim le dîn, bimirim le taw
ew nîgarane, ke bazî řast û jûr û jêr eken
hênde bê řeḧmin legeł xełkî, dû çawî mehweşan
wa le kuncî bêkesîda, gyan û dił bê xêr eken
řacyaNasnava edebî, çunke ’eceb karêke sa herdem biłê:
ahwanî çawî diłdaran, şikarî şêr eken