mestî kirdim bê xeber, saqî le camî mey dehen

Li pirtûka:
Dîwanî Racî
Berhema:
Racî (1912-1969)
 1 Xulek  236 Dîtin
mestî kirdim bê xeber, saqî le camî mey dehen
bendî kirdim mutrîbî xoş lehce, şîrîn, sîm ten
bom biłê şûr û beyat û, çwarga û řom û ḧîcaz
şerqîy û qeziz û newa, sêga, seba, deştî, çemen
bîxe řastî ḧencere, bend û, ’êraq û, destigah
lawik û ḧeyran û lamî, nerim û şil, piř soz û fen
dem le mensûrî bide, řûyî diłara bêne coş
xoş biçêje mesnewî, guł guł, le basî yasemen
xałî řêbwar û qetar û, ay ay û nîweşew
ta le hewrî larewe, neşmîl be aẍa da mîḧen
lêw le ney řextî şeh û, řeqis û, şepol û, mah û zeř
perde û, balore û, bûkane bo hawarî ten
řacyaNasnava edebî! îmşew ’eceb meylit ke mosîqarîye
yane zanîwte le guftî musteşarî mu’temen?!