kamyane?

şepolî berberekanyekî derunî bê payane
Li pirtûka:
Dîwanî Kakey Felaḧ
Berhema:
Kakey Felaḧ (1928-1990)
 2 Xulek  652 Dîtin
ser û dił êste asûdey terîk û goşegîrîme
emem pê xoşe nazanim le şêtî ya le jîrîme?
le dinyay řoşna çake binêrim xom le kuncêka,
le saẍî wa ełêm, yaxu wiřêney dem nexoşîme?
ke min jînim lemewlawe letawa çołperistî bê,
epirsim axo bextim başe, ya bełgey kiłołîme?
gelê şit dête berçawim, bewey lêm dyare tê nagem,
leber wirdîme axo way ebînim, yaxu kwêrîme?
ziman û dił ebînim beynî wek asman û řêsmane,
le pestî wa ełêm yaxu qisey tuẍyanî xoşîme?
gelê naḧez ebînim wa le bergî dostî dêrîna,
le mestî wa ełêm, yaxu qisey katî behoşîme?
gelê kes dête berçawim ke şêtî şoret û nawe,
bexîlî pê ebem, yaxu qisey piřsozî merdîme?
kesanî saẍ û diłsozîş heye xizmet bika bê deng
řya wam pê ełê, yaxu qisey řast û dirustîme?
witûme û her ełêm dermanî derdî ême yekbûne,
qisey hîwame axo, yaxu nûzey na’umêdîme?
egerçî goşegîrim fexir û şanazî ekem kurdim
ke zîndûbûnewey gořim leber telqînî kurdîme