ta be key xom tûşî derd û ’îllet û sewda ekem

Li pirtûka:
Dîwanî Racî
Berhema:
Racî (1912-1969)
 2 Xulek  108 Dîtin
ta be key xom tûşî derd û ’îllet û sewda ekem
sa be çawanit qesem, emca hewes peyda ekem
bo binaẍey qesir û heywanî sefa û şewketim
hełkenînî kêwî sebir û qongirey teqwa ekem
wa mezanin, min kesêkim kem beha û taneco
ḧez le nazî nazkan û kułmeyî zîba ekemNusxeyên din: ḧez le nazî nazkan û, çehreyî zîba ekem
da’îma soz û nyazî kurdî diłdarim heyeNusxeyên din: da’îma soz û nyazî kurd turkanim heye
dił le baẍî perçem û bałayekey ře’na ekem
bêkesîy, qazancî le kwê dête ber destî tika?
hîç nebê, sa xom be dawî diłberê wała ekemNusxeyên din: hîç nebê, sa xom ḧerîfî ahuyî seḧra ekem
merḧeba ey nazenîn, diłdarekey nazk beden
wa be ’îşqî çawekanit, meşqî emlawla ekem
min wekû řojî hełatû, dême afaqî bitan
şêt nebûm, boç xom be tûşî çawî kem bîna ekem?
min ke ustadêkî pîrî ’îşq û soz û ḧîkmetim
bo mesa’îl herkesê bêt xwahşî ada ekem
řacyaNasnava edebî! çawî xeyałit layeqî řûy diłbere
boye wa êsta řimûzî yekdiłîy îma ekemNusxeyên din: boye min êsta řimûzî me’rîfet îma ekem