le cabułqay fenada, bê kes û aware ta mirdim

Li pirtûka:
Dîwanî Racî
Berhema:
Racî (1912-1969)
 1 Xulek  100 Dîtin
le cabułqay fenada, bê kes û aware ta mirdim
be şamarî ziberced, řîsî ahî řîşî heł kirdim
beharêkî be hawar û elem hatote berçawim
le meydanî hebada, erxewanî kêwî hełgurdim
diłî ger nagzure wişke sofî, bête lam satê
be firmêskê ke bête çawe û teb’î şeker xurdim
teř û taze nemamî şoxî çawmestim, ke ’îşwey da
ḧîcabî dił be sêsed perdewe, berçawî labirdim
be fanosî meḧebbet, ger nebînim kaxî ew şoxe
le me’nada diriştim herwekû keywan û, nek wirdim
sipî çawe kesê, yarî nîşanî dił neda carê
wekû min dêteder axîr, ke damirdûm û řabirdim
nîgara! řeḧim û însafit le dił derçû, bebê řeḧmî
be sertapayî řacîNasnava edebîda bifermû, wa ełê: pirdim