le xuttey ’îşqida, ba derbeder çim

Li pirtûka:
Dîwanî Racî
Berhema:
Racî (1912-1969)
 1 Xulek  98 Dîtin
le xuttey ’îşqida, ba derbeder çim
lepê kem bendî naşadî, be serçim
zeman ger namusa’îd bê be řûma
be nakamî, le sikya ba leber çim
lelay ew şoxe, carê ger xeber bê
ebê bo gerdûşî şam û seḧer çim
ekêşê řîşeyî řoḧim, nyazî
eger bêm û be gułzarî nezer çim
ke tîrî xiste naw ebro, be qetiłim
muḧeqqeq her debê bo řûy seqer çim
le pencey ger tika xwênî kujawan
minî bê kes, meger şayste derçim
xetayêkî nebû çawî ḧebîbem
ke min bo zelzeley darulqeder çim
emende bête kuştin yar, ebê min
be qurbanî kem û, řûḧ, bê super çim
le lay awêne řûyanî zemane
biłê řacîNasnava edebî: minî şîfte ciger çim?!