ḧebîbêkim heye, ’eyyar û bêbak

Li pirtûka:
Dîwanî Racî
Berhema:
Racî (1912-1969)
 1 Xulek  143 Dîtin
ḧebîbêkim heye, ’eyyar û bêbak
legeł dił cûte, emma bo beden tak
le řeqsa, ’îşwebaz û çaw şehêne
le řêda, şox û şeng û çust û çalak
çiray çawim kujawe, ey çiray çaw
be yek îma, bike em kunce řûnak
ke şêwey, dił řubay camî demit bû
emin çîme le beng û xemir û tiryak?
le derdî ’îşqita, ey xak beser min
le sozî wesłita, ey min beser xak
biřo zahîd le řîzey ’îşqibazan
le bo to wa cwane biçîye ser lak
şewî xem zor dirêje, ey xemî şew
de řêke, ta hełê řojim le naw mak
egerçî řend û bê şerme, seḧer bê
dezanim ’aşiqe, bo êqeyî çak
ḧeqîqey řacîNasnava edebîye, řendîy û mestî
terîqey zahîde, keşkoł û sîwak.