le cergî tarîkîyewe

Li pirtûka:
Dîwanî Kakey Felaḧ
Berhema:
Kakey Felaḧ (1928-1990)
 1 Xulek  978 Dîtin
serbestî etperistim
toy taqe xoşewîstim
toy wîrdî ser zubanim
toy amancî jyanim
toy ayînim, toy biřwam
toy awatim, toy hîwam
toy bîr û hoş û hestim
toy arezû û mebestim
toy qîblegay nyazim
bo to awate xwazim
bo to bijîm, bot biřom
obałêke û le estom
minêkî dîl û yexsîr
hawdemî kot û zincîr
kotî dest û dem û pêm
ziřey nabřê le gwêm
be corêkî gûşîbim
ta êskî dabřîbim
le zîndanêkî tengida
tarîkî şewezengida
bin mîçekey newî bê
jêr řaxerim zewî bê
xew zatî ewe eka
xoy tuşî ew şwêneka
ey çon ebê zimanim?
nełê: daxî giranim
taqe yekêke gyanim
her carêke jyanim
talem jyane zyatir
lew taqe gyane zyatir
şabaşî řêgetî kem
beferşî cêgetî kem