diłim derçû bedem soraxî piř sewdayî gerdin liẍ
Li pirtûka:
Dîwanî Racî
Berhema:
Racî (1912-1969)
1 Xulek
221 Dîtin
diłim derçû bedem soraxî piř sewdayî gerdin liẍ
serim piř bû le efkarî mil û zîbayî gerdin liẍ
kemerbendî, be bendî dił, le herla hatû bendî kird
temaşa! xaneyî kêşa biroy lalayî gerdin liẍ
nîşaney fexre, hatû, day nîşanî ’alemî ulfet
be ḧîkmet ger nezer fermuwê, deçê bo layî gerdin liẍ
çîye bazîçe, bazî çî?! be bazîy bazîye diłber
le cîlwey cîlwegahîda, bedem şehlayî gerdin liẍ
musłiman řesmî bê perwa nekêşê mutłeqen, çake
bimênê her le piřtewda, lebin ałayî gerdin liẍ
çi canê cawîdanî bû, çi lawêkî cînanî bû
serapa qehrî manî bû, beçe tersayî gerdin liẍ
le řêgey ḧurmeta destî du’ay pel kirduwe řacîNasnava edebî
le naw alayşa bełkû bibosê payî gerdin liẍ