xałî lêwit, xeberî dawe be muşk û gułebaẍ
Li pirtûka:
Dîwanî Racî
Berhema:
Racî (1912-1969)
1 Xulek
190 Dîtin
xałî lêwit, xeberî dawe be muşk û gułebaẍ
nayewê kes le nezer sebzî hewa, tałîy eyaẍ
badeyî mey, le lebî taze cewananî behar
leser em sefwetewe, bo diłî ’alem buwe daẍ
seru û řeyḧan û çemen, sosen û ẍunçe û lale
giştî kewtûne xecałet, ne gya mawe, ne baẍ
em ḧebîbane, xudaye! çi tebîbin le diła
boçî memnu’e be nazê, ke bipirsin le nesaẍ?
çawekem ger le beraber řûḧî to bê, senema!
be nyazî tekupo, ḧacetî nabê be çiraẍ
min ke hêlane tepîwim le hemû la, be fîraq
yekdigîr nabê xeyałî dił û kellem be sumaẍ
pasewane diłî sergeşte le dewrey bałat
ḧeyfe nakey to le eḧwałî be yek ẍemze soraẍ
bade û meykedeyî saqîye, çawim bigrê
bezmî mutrîb wekû ew, gîre le can û le demaẍ
kułmeyî ałî, eger bête şefeqkarîyewe
řacyaNasnava edebî ’eyş û tereb saze, biřo, «zake belaẍErebî»