řûyî bilûrînî to, řêke be tayî ’uzar

Li pirtûka:
Dîwanî Racî
Berhema:
Racî (1912-1969)
 1 Xulek  96 Dîtin
řûyî bilûrînî to, řêke be tayî ’uzar
lamede degrî ke yek řêge le sed çawezar
tozî řeh û damenim, heł’ewerim dem bedem
wextî xeramîdenit, dem demîş egirim hewar
seyrî demaẍim meken, wa demî ẍem çote řûy
xurde ke xoy nagrê, qet le demî gurgî har
řesmî ḧîcabit bełê, mayeyî tarîkîye
bo minî sewdazede, ya diłî zar û hejar
we’de le heq têpeřî, wextî teḧemmul nema
ke’beyî min bote řût, dujminî min buwe qerar
gerdinî mînayî to, laleyî şewqî cînan
xendeyî enwarî to, me’rîfetî kirdigar
sûretî to bê mîsal, sîretî to kafrî
ḧeyfe ke ew nî’mete, em diłe ka řencebar
xêwetî zułifit meqam, şerbetî lêwit dewam
ta eme xwa řaygirê, boçme koşk û telar?
řişteyî eş’arî min, meẍzî duř û gewhere
wacîbe řacîNasnava edebî le pêy diłbereket key nîsar!