guł tena! mergî minit xistewe ser bergî henar
Li pirtûka:
Dîwanî Racî
Berhema:
Racî (1912-1969)
1 Xulek
175 Dîtin
guł tena! mergî minit xistewe ser bergî henar
kwa le sayey qedemit, meqbere, bê payî çinar?
serwera! ’er’er û şimşad û ney û banî qedit
wa le goşey diłekem, řisteye wek baẍî behar
etperistê le binagoşewe, ta payî selîb
çi debê? ’ebdî senemperwerî to bête kenar
le cebîn, mayeyî sûtane ’ereqnakî diłim
le řuxa, çareyî birjane cigerha, dişwar
sûzeyî maçî lebit, sozî derûnî řêşe
’ereqî gerdinî nûrîn bitkêne be nesar
ne demê dêye ’yadet, be nesaẍî ’îşqit
ne demê meylî eka, çawî syahit be xumar
çi byabane be řûy ’îşqewe, ey leyla xû?
çi cinûnêke le kellem, nîye tirsî kohsar
ey perî heste, piřî çawî qedeḧ bade bide
meẍzî řoḧim, ke gelê wişke bebê şerbetî yar
sîne piř agirî giryan û ’ezabe, řacîNasnava edebî
bo bisûtê be gunahî dem û lêwit, ’eyyar?!