gułşenî řûyî řewşenit, ’îzzetî kurdî boşnax

Li pirtûka:
Dîwanî Racî
Berhema:
Racî (1912-1969)
 1 Xulek  105 Dîtin
gułşenî řûyî řewşenit, ’îzzetî kurdî boşnax
dîtnî pakîy dîmenit, sûrmeyî çawî her menax
lem seruçawe cwaneda, heł’eqûłê hemû tika
xizmetî kurdistan eka, ladê û şar û deşt û şax
nêrgiz û guł be çawî dił, bulbulî xistebendî çił
lenaw behar û xał û pił, exwa le destî xełk ax
hejar û pest û bêkesim, ciger biřawî newřesim
řêgam piře xar û xesim, lêrewe takû sabłax
kurdî ’êraqîy lêw şeker, xerîkî řêy qeza û qeder
nebê le xakî derbeder, neçête çawî întîsax
nîgarî nîştimanî geş, geyşte řojî bextî řeş
xuda neka ke em heleş, biçête bend û derd û dax
xizim û biraderan werin, le her hewarê dawerin
weramî yekîyetî berin, be her kenar û kax û lax
biřwane řûy hewlêr û ko, kerkûk û dewrî bekireco
kize û şemał û řeng û bo, le abłax û girbidax
jîkoNasnava edebî letawî hozî xoy, xołî piře le şîr û doy
nekey bwestî ya bixoy, heta egey be «turpax»