le agirînî tirê, bom piř ke perdax

Li pirtûka:
Dîwanî Racî
Berhema:
Racî (1912-1969)
 2 Xulek  131 Dîtin
le agirînî tirê, bom piř ke perdax
be ber «ba» de le dił, bew bade her ax
le serma derke maxolyayî hestê
diłî ’alem bike xerman û miştax
be sozî xot, bisûtêne hemû kes
be yek çeşnîy bipşikûn ta řez û bax
be yekřengî û tebayî leşkirî bîr
le espî yekîyetî den, zîn û saçax
nebê ferqî kun û kajêř û eşkewt
legeł koşk û telar û qeyserî û kax
hemû, yek kan û awe nîştimanit
hemû sûde, eger derya, eger şax
çi qeydê, her meqamêk û dû nawe
le yarîyda, çi «sabura» û «çałax»
hemû kurdîn, çi îskan û çi sakîn
le do peyda ebê şîrêj û torax
ełên «keşkîş biray doye», ’ezîzim
heta mawî, mexo qet nanî çexmax
eme ’erdî zera’et, yane tebyat
be genim û tûtin û řêwas û sîçmax
hemû gyanit behare û sunbul û guł
îtir bo çîte gułbatman û şîrdax?
were jîkoNasnava edebî, biřo sa des le desta
nebê bakit be beşkirdin be beydax!